Li Semsûrê banga 8'ê Adarê 2026-03-07 09:23:24   SEMSÛR - Li Semsûrê, jinan bang li her kesî kirin ku sibe bi dirûşmeya "Em bi berxwedanê xwe azad dikin, em civatek demokratîk ava dikin" beşdarî meşa wan bibin.   Di demeke ku çalakî li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê di çarçoveya 8' Adarê Roja Jinan a Cîhanê de berdewam dikin, jin ji bo hevgirtinek jinan a xurttir û rêxistin kirî li dijî tundiyê têne cem hev.. Semsûr yek ji bajarên ku ev çalakî lê tên lidarxistin. Sibê, Platforma Bajarê Semsûrê dê bi dirûşma "Em bi berxwedanê xwe azad dikin û civatek demokratîk ava dikin" ji Parka Koşuyolu ber bi qada Newrozê ve meşekê li dar bixe.   Li Semsûrê meş   Hevseroka şaxa Semsûrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) Gonul Şahîn, hemû jin vexwendin meşa dê sibe bê lidarxistin bibin û ji wan xwest ku her kes li qadan dirûşma "Jin jiyan azadi" bilind bike.   Çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) Zehra Yanaardag, bal kişand ser pêvajoyê û got, "Jin di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de hêza pêşeng in. Jin dê di 8'ê Adarê de li meydanan bin. Em her kesî vedixwînin meşa ku em ê di 8'ê Adarê de ji Parka Koşuyolu ber bi qada Newrozê ve ji bo aştî, edalet û wekheviyê li dar bixin dikin."   Bang ji bo Meşê   Hevseroka şaxa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sûzan Şan a Semsûrê, tekez kir ku jin di her aliyê jiyanê de tên îstismarkirin û divê li dijî vê îstismarkirinê deng were bilindkirin. Suzan Şan got, "Keda me tê îstismarkirin, bedena me di bin dorpêçê de ye, îradeya me tê paşguhkirin. Em hemû jinên Semsûrê vedixwînin ku beşdarî meşa me ya li dijî şer, îstismarkirinê, pergala serdest a mêran û kuştina jinan bibin. Jin, jiyan, azadî"   Hevseroka Bajêr a MEBYA DER'ê  Evîn Gen jî diyar kir ku divê jin têkoşînê mezin bikin û bang li hemû jinan kir ku tevli meşê bibin.