Ji bo Meşa Feninîst a Şevê bang 2026-03-07 12:26:26   STENBOL - Amadekariyên Meşa Şevê ya Feminîst a 8'ê Adarê temam bûn. Ji Komîsyona Çapemeniyê ya Meşê Betul Topkaya banga beşdarbûnê li jinan kir.    Her sal fînala çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi meşên şevê tê lidarxistin. Dirûşmeya îsal a Meşa Şevê ya Feminîst a 24'an ku dê li Stenbolê bê lidarxistin, wekî "Têkoşîn li dijî patriyarka û heterokseksîzmê, kapîtalîzmê û şer" hat diyarkirin. Jinên ku dê biroj li Kadikoyê bicivin, dê êvarê saet di 19.30'yî de li Taksîm Siraservîsleriyê bên em hev.    Ji Komîsyona Çapemeniyê ya Meşa Şevê ya Feminîst Betul Topkaya, banga beşdariya meşê kir.    Betul Topkayayê bibîr xist ku Meşa Şevê ya Feminîst di sala 2003'yan de bi komeke biçûk ya li dijî şer dest pê kir û bi salan re veguherî çalakiyeke girseyî. Betül Topkayayê destnîşan kir ku di meşan de ligel şer, dagirkerî, erdhejê îşaret bi tundiya mêr, kuştina jinan û kedxwariyê jî tê kirin.    Betül Topkayayê destnîşan kir ku jin jiyaneke wekhev û azad dixwazin û got kiu kuçe û şev jî yên jinan e. Betül Topkayayê hemû jinan vexwand meşa ku dê êvara 8'ê Adarê li dar bixin.