Ji mitinga Pirsûsê ji bo Rêberê Gelê Kurd azadî 2026-03-08 11:48:33   RIHA - Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz di mîtînga 8'ê Adarê ya Roja Jinên Cîhanê de li Pirsûsê ya Rihayê axivî û bal kişand ser yekîtiya Kurdan. Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata jî diyar kir ku divê dewlet ji bo pêvajoyê gavan bavêje û got, "Wekî jin, em dizanin ku azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan ve girêdayî ye."   Tevgera Jinên Azad (TJA) di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li Meydana Cumhuriyetê ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi dirûşmeya "Em bi berxwedanê xwe azad dikin, civakek demokratîk ava dikin" mîtîngek li dar xist. Bi hezaran jin, bi cilên neteweyî, meydan tijî kirin û dirûşmeyên wekî "Jin, jiyan, azadî", "Bijî berxwedana gelê Kurd" û "Bijî serok Apo" berz kirin. Jinan pankarta bi nivîsa "Em jinên bedew û jîr, hûn nikarin me kole bikin, ne bi sîstem ne bi zincîran” hilgirtin.   Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.   'Em ê bibin banga aştiyê'   Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan, behsa têkoşîna jinan kir û got, "Jinên ku berxwedana li Rojava mezin kirin, hebûna Kurdan nîşanî cîhanê dan. Ger îro slogana 'jin jiyan azadi' li çaraliyê cîhanê bilind dibe, ev bi saya jinên Kurd e. Yên ku hebûn û berxwedana Kurdan nîşanî cîhanê didin, dê azadiya Kurdan jî bi dest bixin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de bangek kir. Em ê jin bibin banga aştiyê."     Banga yekîtîyê   Şermîn Aygoren li ser navê Platforma Jinên Kurd axivî û got, "Kurd di serdemeke pir krîtîk re derbas dibin. Li her çar beşên Kurdistanê berxwedaneke mezin heye. Ger em nebin yek, em ê herin yek bi yek. Jinên Kurd hewce ne ku yekîtîyê bi dest bixin."   'Divê Kurd dengê xwe yê ji bo yekîtiyê bilind bikin'   Hevberdevka Însiyatifa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyigit behsa berxwedana Kobanî ya 2014'an kir û got: "Çawa ku xelkê Pirsûsê wê demê digotin, 'Kobanê ya Pirsûs em hemû yek in,' em îro dîsa dibêjin ku sînor bêwate ne. Divê Kurd dengê xwe yê ji bo yekîtiyê bilind bikin. Yekîtî, xweparastin û rêxistinbûn e ku dê me rizgar bike. Em dixwazin bi ziman û nasnameya xwe bijîn. Em, wekî Kurd, şer naxwazin. Em aştî, azadî û wekheviyê dixwazin. Yekîtîya jinan, yekîtîya Kurdan e ku dê me rizgar bike."   ‘Azadiya jinan bi azadiya Rêberê Gelê Kurd ve girêdayî ye’     Aktivista TJA'yê Ayla Akat Ata, got: "Heke hûn amade ne, wê hingê em civatek demokratîk ava bikin. Di peyama xwe ya dawî de, Rêberê Gelê Kurd got ku pêvajo ketiye qonaxa xwe ya duyemîn. Ev tê çi wateyê? Ev tê wê wateyê ku divê ji parlamentoyê gav werin avêtin. Em dikarin vê yekê bi dest bixin. Kobanî li kêleka me ye; li wir jiyanek hatiye avakirin. Ev şêwaza jiyanê ji bo tevahiya cîhanê mînakek e. Jiyana li wir ne jiyanek e ku xapandinê vedihewîne. Jiyana li Rojava hatiye avakirin hedef hat girtin. Lêbelê, berxwedana mirovên li wir, nemaze jinan, êrîş pûç kir. Em ê dengê xwe ji vir bigihînin jinên ku li Kobanî li ber xwe didin. Wekî jin, em hêza xwe ji Birêz Ocalan digirin. Wekî jin, em bawer dikin ku azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan ve girêdayî ye."   Peyama 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji jinan re şandibû, hate xwendin. Metna Kurdî ya peyamê ji aliyê aktivista TJA'yê Başak Saridal û ya Tirkî jî ji aliyê aktivista TJA'yê Eylem Saruca ve hate xwendin.   Piştî peyamê, mîtîng bi stranên ku ji aliyê hunermend Xecê ve hatine pêşkêşkirin bi dawî bû.