Jinên bûne sembolên berxwedanê û qadên 8'ê Adarê 2026-03-09 09:15:31   Nazlican Nûjîn Yildiz    ÎZMÎR – Li Kurdistan û Tirkiyeyê, jinên ku di 8'ê Adarê de meydanan tijî kirin, careke din nîşan dan ku ew pêşengiya têkoşîna ji bo derketina holê ya jiyaneke alternatîf dikin, ku dermanê hemû şêweyên desthilatdariyê ye.   Jinan li qadên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi slogana xwe ya her tim "Jin, jiyan, azadî", cilên xwe yên rengîn ên Kurdî li xwe kirin. Bi bilindkirina dengê xwe yê li dijî îstismara keda jinan, li dijî îlankirina "sala malbatê" ya hikûmetê, li dijî polîtîkayên ku şîdeta mêran gur dikin û li dijî krîzên li Rojhilata Navîn, jinan ragihandin ku çareserî di avakirina civatek demokratîk a bi pêşengiya jinan de ye.   Jinan rihê hêz û serhildanê li meydanan zêde kirin. Jinan, ku wekî sembolên berxwedanê, ji Roza heta Sara, li hemû meydanan dimeşiyan, bi têkoşîna xwe ya 8'ê Adarê li dijî tarîtiya baviksalarî kolan ronî kirin!