Li Amedê deklerasyona Newrozê hat dayîn 2026-03-09 11:09:35   AMED – Li Amedê deklerasyona Newrozê ku hat dayîn. Di deklarasyonê de peyama avakirina yekîtiya neteweyî û bi vê rihê geşkirina agirê Newrozê derket pêş.   Bi dirûşmeya “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” bi tevlîbûna Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan ve li Parka Sumerê deklerasyona Newrozê hat aşkerekirin. Gelek siyasetmedar, sazî û dezgeh beşdarî daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratik” hat vekirin.   Di destpêkê de li klîba strana ji bo Newrozê, hat guhdarkirin.   Piştre aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fatma Ablay, daxuyaniya deklesrasyonê xwend û deklerasyon wiha ye:   “Di serdemeke ku kaosa pergalî kûrtir dibe, hêzên hegemonîk li Rojhilata Navîn planên dizaynkirina nû çêdikin, dixwazin statuya dewleta neteweyî ya sedsalî ya li ser înkara gelê me û parçekirina welatê me ava bûye, bidomînin. Li dijî destkeftiyên ku gelê Kurd bi berdelên mezin bi dest xistine, weke li Rojavayê Kurdistanê hate dîtin, polîtîkayên nû yên înkar û planên tunekirinê têne meşandin. Li dijî van polîtîkayan, gelê Kurd li dora destkeftiyên Rojava û Kurdistanî bûn yek, kevneşopiya xwe ya berxwedanê bi têkoşîna xwe ya bi hevalbendên li çaraliyê cîhanê re globalîze kirin û îradeya xwe ya parastina mafên xwe yên dîrokî nîşan dan. Serkeftina mayînde ya vê têkoşînê û parastina van destkeftiyan bi xurtkirina yekîtiya neteweyî bi hêztir dibe; helwesteke siyasî ya hevpar, hişmendiyeke hevbeş a parastinê û perspektîfeke pêşeroja hevbeş wekî îfadeya rêxistinkirî ya yekîtiya neteweyî pêş dikeve. Her ku yekîtiya neteweyî xurt dibe, destkeftiyên demokratîk ên gel li ser bingeheke xurtir têne danîn.   'Mîrata dîrokî ya Newrozê dê têkoşîna me ronî bike’   Di serdemekê de ku, pêşketinên herêmî û cîhanî zêde ne, em bi dirûşmeya ‘Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk’ pêşwaziya Newroza 2026an dikin. Ji bo gelê Kurd, Newroz li dijî zilmê serhildaneke dîrokî ye, îradeya hebûnê li dijî înkarê ye, berxwedana li dijî zextê ye û agirê azadiyê ye, li dijî koletiyê. Gelê Kurd, ku nasnameya wî hatiye înkarkirin, zimanê wî hatiye qedexekirin û tê xwestin ku îradeya wî were desteserkirin, bi rêxistinkirina li dora agirê Newrozê, ku bi mîrateya çandî û civakî hatiye dagirtin, bîra xwe ya dîrokî parastiye, berxwedana xwe xurt kiriye û meşa xwe ya ber bi azadiyê ve domandiye. Newroz bûye hişmendiyeke siyasî ku berxwedana berhevkirî ya paşerojê bi têkoşîna niha re dike yek û îradeya avakirina jiyaneke azad ji bo pêşerojê xurt dike.   Her agirê ku li qadên Newrozê tê pêxistin dê îradeya gelê me yê berxwedêr zêde bike, yekîtiya me xurt bike û bibe sembola biryardariya me ya parastina pêşeroja me ya hevpar. Qadên Newrozê dê careke din şahidiya bilindkirina daxwazên gelê me yên ji bo azadiyê, rêxistinkirina îradeya xwe û nîşandana biryardariya xwe ya ji bo avakirina pêşerojeke demokratîk bikin. Mîrata dîrokî ya Newrozê dê têkoşîna me ronî bike û çanda berxwedanê ya ku bi sedsalan hatiye çêkirin, wekî hêza herî bingehîn a parastina hebûna gelê me, ji nû ve were zindîkirin. Ev meşa dîrokî dê bi xurtkirina yekîtiya neteweyî xurt bibe; destkeftî dê bi îradeya rêxistinkirî ya yekîtiya neteweyî werin parastin û bi hêzeke mezintir ber bi pêşerojê ve biherike.   Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk   Pêvajoya dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk, ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27ê Sibata 2025an de hatiye destpêkirin, sala xwe ya yekem temam kir. Abdullah Ocalan û tevgera wî berpirsiyariyên xwe yên siyasî ji bo pêşvebirina pêvajoyê bi cih anîne. Di tevahiya vê pêvajoyê de, gelê Kurd li pişt îradeya xwe ya siyasî sekinî, piştgirî da bipêşxistina veguherîna demokratîk. Gavên ku ji hêla tevgera wî ve ji bo bersiva banga dîrokî ya Birêz Ocalan de hatine avêtin, îradeya gel ji bo avakirina jiyaneke wekhev û hevpar xurt kiriye û bi hêza rêxistinkirî ya gel, li kolanan mezin bûye, potansiyela xwe ya ji bo hilberandina encamên siyasî eşkere kiriye.   Her çiqas avakirina komîsyonekê di nava Parlamentoyê de, ji aliyê dewletê ve di vê pêvajoyê de girîng be jî, rapora dawî ya ku hat weşandin, ji aliyê naveroka xwe ve ji  hêviyên gelê Kurd, kes û komên bindest û raya giştî ya demokratîk re nebûye bersiv û her wiha dûrî pêdiviyên herî kêm yên ji bo çareseriyê maye. Mixabin navê pirsgirêkê jî rast nehatiye danîn. Meclis û siyaseta ku ji bo pirsgirêkan cihê çarseriyê ye, di çareseriya pirsgirêka kurdan de wêrekî nîşan neda û ji  berpirsyariyê reviya. Tevî hemî kêmasiyên xwe, girîng bûye ku pêşniyarên der barê demokratîkbûnê de di rapora Komîsyona Parlamentoyê de, di zûtirîn demê de werin bicîhanîn û ji bo qonaxa duyemîn a pêvajoyê bi lez û bez rêziknameyên pêwîst ên qanûnî û destûrî werin çêkirin.   ‘Misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêdiviyek dîrokî ye’   Misogerkirina azadiya fîzîkî û şert û mercên xebata azad a Birêz Ocalan, ku serkêşê danûstandinê ye ji bo pêşxistina çareseriyeke demokratîk û avakirina aştiyeke mayînde, di çarçoveya prensîba hêviyê de, bûye pêdiviyeke dîrokî û siyasî. Li ser vê bingehê,  di vê Newrozê de, em ê berpirsiyariya berfirehkirina têkoşîna azadiyê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bihêztir bigirin ser xwe û em ê armanca civakeke demokratîk bi biryardariyeke mezin pêşve bibin.   Daxwaza jiyana wekhev û adil di navbera gel, bawerî, karker û ciwanan de bi têkoşîna rêxistinkirî mezin dibe; jin di pêşengiya vê tevgerê de ne. Îradeya rizgariya jinan, ku di berxwedana Rahşan, Ronahî, Zekiye û Bêrîvanan de xwe nîşan daye, îro bi felsefeya "jin, jiyan, azadî"  ji bo jinên li çaraliyê cîhanê dibe slogana azadiyê; di porên wan ên honandî de dibe gerdûnî, ji bo mirovahiyê mizgîniya jiyaneke nû dide. Ev têkoşîn, ku li dijî serdestiya mêr, polîtîkayên şer û pergala dijminê jinan radibe, hêza avakirin û damezrandina civakeke demokratîk xurt dike.   Ciwanên azad, hêzekî din a pêşeng di avakirina neteweya demokratîk de, wekî îradeyek dîrokî ya têkoşînê cihê xwe li ser dikê xurt dikin, kevneşopiya berxwedanê hildigirin, "ruhê ciwanmayînê" ji nifşekî bo nifşekî din hildigirin û enerjiya meşa azadiyê zêde dikin. Wekî hêza dînamîk di têkoşîna li dijî înkar, asîmîlasyon û polîtîkayên bênasnamekirinê de, ciwan, bi eniyên nû yên fikir, rêxistin û çalakiyê, nirxên jiyana komunal diparêzin, îdeala jiyana azad bi pêş dixin û di avakirina civakeke demokratîk de pêşengiyê dikin.   Di serdemeke wiha de, Newroza 2026an di pêvajoyeke dîrokî de tê pîrozkirin ku berxwedan mezin dibe, daxwaza azadiyê berfireh dibe û têkoşîna ji bo civateke demokratîk digihîje qonaxeke nû. Agirê Newrozê bi îradeya yekîtiya neteweyî, biryardariya ji bo azadiyê û hêza têkoşîna rêxistinkirî bêtir geş dibe. Em bang li ciwan, jin, kedkar û hemû gelê xwe yê azadîxwaz dikin ku di pîrozbahiyên Newrozê de li hev bicivin; têkoşîna ji bo yekîtî, azadî, demokrasî û wekheviyê xurt bikin.   Cejna Newrozê li Hemû Gelên Me Pîroz Be. Newroz pîroz be.”   ‘Newroza 2026’an dê bibe Newroza yekîtî û azadiyê’   Hevberdevkê Însîyatîfa Demokratîk Mehmet Kamaç jî destnîşan kir ku di nav rojên dîrokî de ew pêşwaziya Newrozê dikin û wiha domand, “Me berê digot em di demên dîrokî de derbas dibûn, lê îro jî em di rojên dîrokî de derbas dibin û Newrozê pêşwazî kirin. Gelê Kurd têkoşîn û berxwedanek mezin da û dide. Em dibêjin Newroza 2026’an dê bibe Newroza yekîtî û azadiyê. Em ê bi vê mebestê Newrozê pêşwazî bikin.”   ‘Daxwaza azadiya Abdullah Ocalan e”   Piştre Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û diyar kir ku her tişt di nav salekê de pir zû qewimî. Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku di serdema nû de peyama ku tê dayîn ev e, “Têkoşîna xwe bi heman awayê ku heta niha kiriye bidomînin” û wiha pê de çû, “Di Meclîsê de li ser înkar û asîmîlasyonê biryar derxistibûn. Îro çi bû? Birêz Ocalan bi îradeya xwe ya azad bangek kir. Îro, meclîsê pirsgirêka Kurd kiriye berpirsiyariya xwe ya sereke. Me bi berxwedan û têkoşîna xwe bersiv da polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê û me ew anîn meclîsê. Ew di meclîsê de ne, lê partiyên siyasî bi awayekî samîmî nêzî vê yekê nabin. Wek civak, wek gel, em ê vê jî bi devjêberdana têkoşîn û berxwedana xwe biguherînin. Îro, li her çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê, dema ku gelê me dît ku Rojava di bin êrîşê de ye, tevahiya gelê Kurd daket kolanan. Rojava bûye sembola yekîtiya demokratîk. DAIŞ û HTŞ ku dijminên mirovahiyê ne, guliyên jinan dibirin, lê ev gulî bûn sembola têkoşîna me; her kesî porê xwe honand. Pêşeroja me di têkoşîna me ya demokratîk de yekgirtî ye. Niha li Komara Îranê şer heye, mirov tên darvekirin. Îsraîl îro êrîş dike û li wir komkujiyan dike. Lê em dizanin ku gelên Îranê jiyaneke hevpar û wekhev û demokrasiyê dixwazin. Banga ji bo Aştî û Civakeke Demokratîk me nêzîkî azadiya xwe, azadiya jinan û azadiya Birêz Ocalan kiriye. Statuya zimanê me, statuya Kurdistanê, statuya gelê Kurd û statuya Kurdan daxwazên bingehîn ên gelê Kurd e.”   ‘Dê agirê Newrozê bibe nîşaneya aştiyê’   Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî Newroza hemû kesan pîrıoz kir û wiha got, “Em Rahşan, Kemal û Mazlûman ji bîr nakin û nayên jibîrkirin. Tu xêr hatî Newroza biharê û cejna kurdan. Em dildarê Newrozê ne. Newroz ji bo gelê kurd û jinan têkoşîn e. Em di rojên dîrokî de derbas dibin. Divê îro hemû gelê Kurd bibin yek. Îro li Rojhilata Navîn li ser Gelê Kurd şer tê meşandin, bila gelê me li hember vê yekê hişyar be û yekîtiya xwe ava bike. Bila bi vê Newrozê bersivê bidin vî şerî. Bila ev Newroz bibe yekîtiya Gelê Kurd. Îro li Amedê di dilê Kurdistanê de em bang dikin; em yekîtiya xwe ava bikin. Em ji bo yekîtiya kurdan amade ne. Em ne çar perçe ne, em yek perçe ne. Dê agirê Newrozê bibe nîşaneya aştiyê. Birêz Abdullah Ocalan salek berê vê meşaleya Newrozê pêxist. Werin em bi hevre li dora agirê Newrozê kom bibin û vî agirî geş bikin.”   ‘Bi rihê pêvajoyê tevlî Newrozê bibin’   Li ser navê KKB'ê Sînan Çîftyurek jî axivî û destnîşan kir ku her Newroz ji bo wan gelek girîng e û bi lêv kir ku lê Newroza îsal ji ber pêvajoya destpêkirye gelek girîng e. Sînan Çîftyurek got bi rihê vê pêvajoyê divê tevlî Newrozê bibin.   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.