Starta Newroza Wanê bi daxuyaniyê hat dayîn 2026-03-11 22:33:59   WAN - Komîteya Amedekar a Newroza Wanê bi daxuyaniyekî starta Newroza 2026’an da. Yakûp Almaç li ser navê Komîteya Amadekar daxuyanî xwend û got: “Ji bo gelê Kurd, Newroz sembola serhildana li dijî zilmê, îradeya hebûnê ya li dijî înkarê û agirê azadiyê ye.”   Komîteya Amadekar a Newroza Wanê li ‘Malên Wanê yên Dîrokî’ yên li navçeya Tûşbayê bi daxuyaniyekî starta Newroza 2026an da. Rêveber û hevserokên DBP û DEM Partiyê yên bajêr û navçeyên navendî, endam û nûnerên saziyên civakî, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Pankarta ku li ser “Newroza azadî û yekitiya demokratîk pîroz Be” hat daliqandin. Metna daxuyaniyê ji aliyê endamê Komîteya Amedekar Yakûp Almaç ve hat xwendin.   ‘Hêzên hegemonîk dixwazin înkara gelê Kurd bidomînin’   Yakûp Almaç da zanîn ku ew di demeke dîrokî de derbas dibin û got: “Krîza pergalî di Rojhilata Navîn de kûrtir dibe. Hêzên hegemonîk dixwazin statuya dewleta neteweyî ya ku li ser înkara gelê Kurd hatî avakirin bidomînin. Lê li dijî vê siyasetê, gelê Kurd li dora destkeftiyên Rojava û Kurdistanê bûye yek. Gelê Kurd kevneşopiya berxwedana xwe xurt kiriye û bi hevalbendên xwe re têkoşîna xwe roj bi roj pêş dixe.”   ‘Destkeftiyên neteweyî li ser yekitiyê xurt dibin’   Almaç bal kişand ser destketiyên gelê Kurd û bi lêv kir ku parastina destkeftiyan bi xurtkirina yekitiya neteweyî pêkan e û wiha pê de çû: “Helwesta siyasî ya hevpar, hişmendiya parastinê û perspektîfa pêşeroja hevbeş bingehên vê yekîtiyê ne. Her ku yekitiya neteweyî xurt dibe, destkeftiyên demokratîk jî li ser bingeheke xurt têne avakirin. Bi vê ruhê em bi dirûşmeya “Newroza azadî û yekîtiya demokratîk” pêşwaziya Newroza 2026’an dikin.Ji bo gelê Kurd, Newroz sembola serhildana li dijî zilmê, îradeya hebûnê li dijî înkarê û agirê azadiyê ye. Gelê me yê ku ziman û nasnameya wî hatine qedexekirin, bi agirê Newrozê bîra xwe ya dîrokî parastiye, berxwedana xwe xurt kiriye û meşa xwe ya ber bi azadiyê ve domandiye. Her sal agirê Newrozê dê yekitiya gelê me xurtir bike û bibe sembola biryardariya me ya parastina pêşeroja hevpar.”   ‘Mîrateya dîrokî ya Newrozê têkoşîna me ronî dike’   Almaç da zanîn ku Newroz her sal ji bo gelê Kurd dibe qadên bilindkirina daxwazên azadiyê û demokrasiyê û axaaftina xwe wiha domand: “Mîrata dîrokî ya Newrozê têkoşîna me ronî dike û çanda berxwedanê ya gelê me zindî digire. Di vê çarçoveyê de, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27ê Sibata 2025an de ji aliyê Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, sala xwe ya yekem temam kir. Gelê Kurd di vê pêvajoyê de li pişt îradeya xwe ya siyasî sekinî û piştgirî da veguherîneke demokratîk. Tevî girîngiya rolê Parlamentoyê, raporên hatine weşandin hêj jî bersivê nade hêviyên gelê Kurd û hêj pêdivî ye gavên qanûnî û destûrî yên şênber werin avêtin.”   ‘Felsefeya ‘jin jiyan azadî’ dibe sembola azadiyê ji bo jinên cîhanê’   Almaç bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk û ev tişt gotin: “Misogerkirina şert û mercên azadiya fîzîkî û xebata azad a Birêz Ocalan, ku serkêşê pêvajoya aştiya birûmet e, ji bo pêşxistina çareseriya demokratîk û aştiya mayînde pêdiviyeke dîrokî ye. Li ser vê bingehê, em ê di vê Newrozê de têkoşîna azadiyê di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bêtir bihêztir bikin. Di vê têkoşînê de em dizanin jin pêşeng in. Ruhê berxwedana Rahşan, Ronahî, Zekiye û Bêrîvanan îro bi felsefeya “jin, jiyan, azadî” dibe sembola azadiyê ji bo jinên cîhanê jî. Ev têkoşîn li dijî serdestiya mêr û pergala dijminê jinan radiweste û bingehên civakeke demokratîk jî xurt dike. Em ê li dijê çanda kujerên kastîk ji bo serdemekê nû agirê Newrozê gur bikin. Jiyana nû, hevpar û azad em ê bi hev re ava bikin.”   Yakûp Almaç herî dawî banga tevlêbûna Newroza Wanê kir û got: “Em bang li jin, ciwan, kedkar û hemû gelê azadîxwaz dikin ku di pîrozbahiyên Newrozê de li hev bicivin, têkoşîna ji bo yekîtî, azadî, demokrasî û wekheviyê xurt bikin. Em ê 17’ê Adarê li Erdişê Newrozê piroz bikin. 22’yê Adarê jî li ber kêleka Keleha Wanê, li qada newrozê bi beşdarbûna sed hezaran ve em ê Newroza Wanê pîroz bikin. Newroza îsal ji bo me li gel cejna Remezanê dibe du cejn. Wê hevserokê me yê giştî birêz Tuncer Bakirhan, Rêhevalê me Birêz Veysî Aktaş, Aktivîsta TJA’yê Birêz Derya Aslan beşdarî pîrozbahiya me bibin. Bi stranê xwe ve Koma Agirê Jiyan û Koma Rojhilat wê li qada Newrozê bibin. Em hemû gelê Wanê vedixwînin vê cejna pîroz.”   ‘Divê mafê hêviyê yê Birêz Ocalan were pêkanîn’   Piştî daxuyaniyê li ser navê Platforma Saziyên Demokratîk Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî axivî. Dîlekçî da zanîn ku erdnîgariya me gelek êşên giran kişandin û bedelên giran dan û got: “ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Di vê pêvajoyê de Kurdan gavên pêwist ên ku dikevin ser milê wan avêtin. Bêguman aştî yek alî nabe. Ji ber vê divê dewlet demildest mafê hêviyê jî di nav de gavên pêwîst bavêje û şert û mercên ku Birêz Abdullah Ocalan bikaribe bi awayekî azad bijî û bixebite bîne cîh.   ‘Newroz ji bo gelê Kurd mîrateyeke dîrokî ya berxwedanê ye’   Pişt re Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnay axivî. Gonul Ûzûnay da zanîn ku Newroz cejneke gelê Kurd ya qedîm e û ev tişt gotin: “Newroz ji bo gelê Kurd ne tenê cejneke, mîrateyeke dîrokî ya berxwedanê ye ku ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan berdewam kiriye. Em spasiya xwe ji bo ji hezaran şehîdên Newrozê dikin ku îro bi saya wan em hebûna xwe, têkoşîna çand û zimanê xwe dimeşînin. Her wiha em spasiyên xwe ji bo Rêzdar Abdullah Ocalan pêşkêş dikin ku bi banga Aştî û Civaka Demokratîk derfeta siyaseta demokratîk ji bo me avakir. Em îro pir nêzî azadiya gelê Kurd bûne. Ji bo ku jin, ciwan û gelê Kurd daxwaza çand, ziman û nasnameya xwe bîne ziman, vedxwînin Newroza 2026’an ku em ê di 22’yê Adarê de li ber keleha Wanê pîroz bikin.”   Piştî daxuyanî û axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û gel bi dahol û zirneyê li dora agir govend gerand.