Muazzez Orhan: Rêya parastinê yekitî ye 2026-03-12 09:03:02   AMED – Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Muazzez Orhan, destnîşan kir ku divê li hember êrîş û rewşên tên jiyîn li Rojhilata Navîn helwestek yekgirtî nîşan bidin û got yekîtiya neteweyî pêwîstiyek lezgîn e. Muazzez Orhan diyar kir ku rêya parastina destkeftiyên Gelê Kurd bi yekîtîyê ye û banga avakirina vînek hevpar a demokratîk û wekhevîxwaz, bi pêşengiya jinan kir.   Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, bi dirûşma “Bi pêşengî û yekîtiya jinên kurd ber bi avakirina yekîtiya neteweyî ve” di 2’yê Adarê de li eywana Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) komcivîna xwe li dar xist. Di civînê de, li ser pêwîstiya pêkanîna yekîtiya neteweyeyî ya di navbera Kurdan de nirxandin hat kirin û bi taybetî bal kişand ser rola girîng a pêşengiya jinan a di vê pêvajoyê de. Di civînê de ku bangên yekîtîyê li hember êrîşên zêdebûyî derketin pêş, hat gotin ku divê kongreyek neteweyî were lidarxistin û vînek hevpar di bin pêşengiya jinan de were avakirin.   Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Muazzez Orhan, têkildarî girîngiya yekîtiya neteweyî axivî.   ‘Ev pêvajo pêwîstiya yekîtiyê nîşan dide’   Muazzez Orhan bi bîr xist ku wan komcivîna xwe ya platformê pêk anîne û wiha got, “Wek Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur, armanca me ew e ku ev pêvajo ku em tê de derbas dibin bi yekitiyê xurt bibe. Li Rojhilata Navîn hewla ji bo dîzaynek nû heye. Di vê dizaynê de em dizanin ku dîsa dixwazin Gelê Kurd bê maf, bê vîn û bê însîyatîf bihêlin. Di dema êrîşên li ser Rojava de derket holê ku li çar perçeyê Kurdistan û cihanê gelê Kurd rabûn li ser piyan û peyamek xurt dan. Peyama ‘yekîtiya netewbûyîna gelên kurd’ derket holê. Demeke dirêj e wek Platforma Yekîtiyê jî li ser vê peyamê me xebatên xwe dikirin. Ji 2009’an heya îro ev xebat berdewam dikin. Ev xebat hatiye asteke herî jor û baş jî. Niha armanca me ya dawiyê jî ew e ku em yekîtiya netewbûyîna jinên kurd û piştre jî ya gelên kurd û giştî pêk bînin. Ev pêvajo jî pêwîstiyekê nîşan dide.”   ‘Divê demildest ev yekîtî pêk bê’   Muazzez Orhan destnîşan kir ku pêwîst e demildest yekitî pêk bê û wiha domand, “Divê demildest ev yekîtî pêk bê. Ger ku Gelê Kurd yekîtiya xwe ava neke û nebe yek dê nikaribe xwe, destkeftiyên xwe, jiyanek azad û wekhev biparêze. Bi vê yekê re dê nikaribe bi civakek demokratîk, nasname, ziman û çanda xwe êdî li ser wê erdnîgariyê bijî. Êrîş bi taybetî li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin. Ji ber ku ev êrîşên îro tên meşandin li dijî vê pergalê ye. Ev êrîş li dijî pergala demokratîk, xwezayî, azadiya jinê û civakek azad e. Ji ber ku ev paradigma ne bi tenê ji bo Gelê Kurd û jinan e, ji bo hemû gelên civakê ye. Bi taybetî li Rojhilata Navîn ji bo jiiyanek wekhev û azad girîng e. Ji ber ku dê hemû kes bikaribe bi reng, ol, ziman û çanda xwe ve bi hev re bijîn û bi rêve bibin.”   Rêya sêyemîn   Muazzez Orhan bal kişand ser girîngiya rêya sêyemîn û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Em her tim jî dibêjin rêya sêyemîn. Em ne nijadperestiyê û ne jî olperestiyê naxwazin. Em wekheviyê dixwazin. Jinên kurd bingeha yekîtiya netewî ne. Di rastiya jinê de wekhevî, demokrasi, hembêzkirin heye, cudahî, înkar û tunekirin tuneye. Bi xweza, fikr û ramanê jinê em dixwazin yekîtiya netewbûna Gelê Kurd a giştî jî demildest pêk bînin. Ya ku me û Gelê Kurd di vê pêvajoyê de biparêze yekîtî ye. Ji ber vê jî Gelê Kurd li her derê cihanê û Kurdistanê di dema êrîşên Rojava de dengên xwe bilind kirin. Gelê Kurd bi yek dengî gotin ‘yek yek yek e, Gelê Kurd yek e’. Ji ber vê yekê divê hemû kesên berpirsyar û pêşeng vê berpirsyariyê bigirin ser xwe, dengê gel bibihîzin û gotina wan pêk bînin.”   ‘Em yek in, em netewek in’   Muazzez Orhan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li ser Rojava û got ku bi van êrîşan ve Gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê û cihanê yekitîya xwe da nîşan dan. Muazzez Orhan wiha dawî li axaftina xwe anî, “Xwestin ku bingeha wê yekîtiyê vala derbixin û xirap bikin. Em şiyariyek dinê jî dikin; kî be, kî derê û çawa be, ji bakur, başûr,rojhilat û rojava be divê kesên dibêjin ‘ez kurd im’ nekeve wan lîstokên pergala dewleta tirk. Ji ber ku ew jî zanin ku kurd yek be tu hêzek nikare kurdan û destkeftiyên kurdan tune bike. Tu hêz nikare kurdan bê hêz, bê statû û bê ax bihêle. Em yek in, em netewek in. Ya ku me biparêze, pêşeroja me ronî bike, jiyanek azad, wekhev û demokrasiyê li ser erdnîgariya me ava bike yekîtiya me ye. Platforma me jî ji ser van esasan, ji ser nirx û nêrînên xwezaya jinê vê xebatê dimeşîne. Jinan hertim di civakan de pêşengtî kirine. Pêşengtiya yekîtiyek demokratîk jî bê jinan nabe. Pêşengiyê dê dîsa jin bikin. Ji ber vê yekê banga me ji bo hemû hêzên kurd û kurdewar e. Demildest pêwîst e ku Kongreya Giştî ya Netewî ya Kurdan pêk bê. Beriya wê jî konferansa netewî ya jinan pêk bê.”