Ji Abdullah Ocalan ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê 2026-03-13 11:52:42   NAVENDA NÛÇEYAN -  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Salih Muslim nameyek şand û got: "Ew ê li ser vê bingehê, wek stêrka nemir a têkoşîn û aştiya me bimîne."   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê derbarê mirina damezrînerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û endamê Konseya Hevserokatiyê Salih Muslim de nameyek şand. Name li Qamîşlo di merasîma cenazeyê de hat xwendin.   Di nameyê de wiha hat gotin:    "Dema ku Heval Salih Muslîm koça vê dinyayê dike     Min xebera koça dawî ya hevrêyê xwe yê hêja Salih Muslîm êvarê bihîst. Min heta sibê ew û têkoşîna wî yad kir. Bêguman, ji bo kur, xizm û hemû hevalên wî, ew êdî nemir e. Wî hêjayî gel û Welatê xwe jiyanek derbas kir û bû nemir.   Ew welatparêzekî rastîn ê axa Sûriyeyê bû. Ew bi Kurdan re dibû Kurdekî temam; bi Ereban re dibû hevalekî jêneger; bi Tirkan re dibû birayekî heq. Wî Asûrî, Ermenî, Çerkes jî tê de bi her etnîsîte, ol û mezheban re avakirina têgihîştineke mirovane ya bêkêmasî, kir beşeke girîng ji jiyana xwe.   Ew kevirek bingehîn ê dîwarê Rojava bû ku ez her tim pê bawer bûm û ew ê her û daîm wisa bimîne.   Ez wî wekî cêwiyê Sirri Sureyya dibînim ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji nav me bar kir. Ew ê li ser vê bingehê, wek stêrka nemir a têkoşîn û aştiya me bimîne.   Şehadeta Salih Muslim ne wendahiyek e. Berevajî vê, ew ê heta hetayê gelê xwe, hemû gelan, netewe, dost û hevrêyên me wekî hêzeke heqîqî xurt bike.   Abdullah OCALAN   12 Adar 2026   Îmralî"