Ayten Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin 2026-03-13 12:04:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim anî ziman ku nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 8'ê Adarê ji bo wan diyariyek e û got: "Rêbertî rola pêşengiya aştiyê da jinan. Ji ber ku berpirsyariya guhertina vê cîhanê li ser milê jinan e."   Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim beşdarî Bernameya Taybet a Medya Haber TV bû û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê û nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Tevgera Jinên Kurd nirxand.   Ayten Dersim destpêkê 8'ê Adarê pîroz kir û anî ziman ku ew ji 8'ê Adarê ber bi Newrozê ve dimeşe. Ayten Dersim got: "Rêberê me Rêberê Tevgera Jinê ye. Li Îmraliyê 27 sal in di nava mercên dîlgirtinê de têkoşîna Tevgera Jinê timî kûr kir. Ji bo me zane û ronî bike, ji bo me teşwîkî têkoşînê bike û bike ku tevgera azadiyê bimeşe û bi ser bikeve her tim hişmendî û felsefe afirand. Îsal jî nirxandineke xwe ya dîrokî hebû. Em weke Tevgera Jinê vê yekê weke nexşerêyeke stratejîk a têkoşînê dibînin. Têkildarî vê yekê jî di nava kûrbûnekê de ne."   Ayten Dersim bal kişand ser pêngava "Niha dema jinê ye" ya ku KJK'ê da destpêkirin û wiha bi lêv kir: "Bi rastî jî dirûşmeke di cih de ye. Ji ber ku di nava şerê giran de divê em bêdeng nemînin û têbikoşin. Lewma divê em dema jinê rast binirxînin, her dema jinê rast diyar bikin, her dema jinê weke rojeke têkoşînê bibînin û bi vî rengî nêzîk bibin. Ji ber vê dema jinê ye. Ev dema jinê ne ya serdemeke bi tenê ye. Her tim dema jinê ye. Her roj dema jinê ye."   Pêşîgirtina li qirkirinan dê bi têkoşînê dibe   Ayten Dersim ragihand ku pêşîgirtina li komkujiyên jinan bi têkoşînê dibe û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Pêşîgirtina li qirkirinan jî bi têkoşînê dibe. Yekane rêya rawestandina vî şerî zanebûn û rêxistinbûn e. Lê belê torên vê yekê gelekî zêde ne. Konferans, civîn, semîner, perwerde, protesto, meş ji van toran e. lê belê ev ne ya demeke bi vî rengî ye. Divê em ji bo xwe veguherînin rewşeke têkoşînê ya mayinde. Weke tevgerên jinan, weke pêşengên jinan me ji pêvajoya Rêberê xwe gelekî îlham wergirt, gelekî moral wergirt, gelekî hêz bi dest xist. Li pêşiya me nexşerêyek heye, nêzîkatiyeke heye ku nîşan dide, divê em çawa nêzîk bibin. Demokratîkbûna welatan nikare ji wan dewletan bê hêvîkirin. Demokratîkbûna wan welatan bi têkoşîna gelan, bi têkoşîna jinan dibe. Rêbertî ev yek timî destnîşan kir. Em ji dewletê tiştekî hêvî nekin, di heman demê de jî dewletê nekin hincet."   Sedsala jinê    Endama Koordînasyona PAJK'ê bal kişand ser Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, Danezana Jinê ya Azad a 8'ê Adarê yên Abdullah Ocalan û wiha axivî: "Di manîfesto û danezanê û nameyên beriya wê de destnîşan kir ku pêşengiya aştiyê, demokrasiyê, pêşketina wekhevî û hiqûqî li ser milê jinê ye. Ji ber ku xwedî berpirsyarî, wezîfe û roleke bi vî rengî ye. Em vê cîhanê dikarin bi vî rengî biguherînin. Sedsala 21'emîn sedsala jinê ye. Belê sedsaleke ji şer e, lê belê jin bi rêxistinkirina xwe dikare ji nava vê yekê rizgar bibe. Bêyî rojekê winda bike, bêyî rojekê asayî derbas bike pêwîstiya me bi têkoşîneke bi vî rengî heye.   Dîroka gelên bindest nehatiye nivîsandin   Pêwîstiya me bi azadbûnê heye. Pêwîstiya me bi jiyaneke mirovane û azad a li nava sîstemeke demokratîk heye û pêwîstiya mirovahiyê bi van hemûyan heye. Ev rewş ne tenê ji bo Kurdistanê derbas dibe, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn e. Bi rastî jî pêwîstiya tevahiya mirovahiyê bi azadiyeke cidî heye. Pêwîstiya xwe bi sîstemeke demokratîk a cidî heye. Em di nava armanceke bi vî rengî de ne ku civak hemû bi rengekî azad û bi îradeya xwe hevdu nas bikin, bi mirovane karibin bi hev re nîqaş bikin. Em gel xwedî mîrateyeke girîng in. Weke gel û jin. Dîroka jinan nehatiye nivîsandin, dîroka gelên bindest nehatiye nivîsandin, lê belê ev nayê wê wateyê; dîrokeke welê nehatiye nivîsandin lewma nîne. Na. Dîrokeke bi vî rengî heye. Di nava hiş û jiyanê de heye. Jin jî xwedî dîrokeke welê ye. Ji olimpe de Gouges, her wiha ji beriya wê heta niha dîrokeke me ya têkoşînê heye.   Em ê têkoşîna xwe mezin bikin   Ev dîroka têkoşînê daxwazeke mezin, hişmendiyeke mezin, îlhameke mezin dide me. Em jî hene. Bêyî li ber neheqî, qirkirin û tundiyê serî bitewînin divê em di nava têkoşînê de bin. Bêguman têkoşîna me jî divê rêxistinbûyî be. Belê gelek tevgerên jinan hene. Li Ewropa, Latîn Emerîkayê bi rastî jî destketiyên gelekî girîng hene. Lê belê di nava wê yekparebûnê de divê her kes bi hebûna xwe torên xwe ava bikin. Em torên jinan ava bikin. Platformên jinan ava bikin. Rojev gelekî zêde ye. Mînak; Na ji şer re, erê ji aştiyê re. Li dora vê yekê niha dema jinê ye. Li dora vê yekê divê em têkoşîna xwe mezin bikin. Bes e ji qirkirina jinê re. Belê ev hemû weke têkoşînekê hatin kirin, lê belê qirkirina jinê dewam dike. Tundiya li hemberî jinê dewam dike. Wê demê ya ku dewam dike em timî di rojevê de bihêlin û têbikoşin. Rêbertî got, wezîfeyên negatîf qediyan, dor hatiye wezîfeyên pozîtîf, em ava bikin. Avakirin. Avakirin pratîkkirin e. Avakirina çareseriyê bi xwe re tîne. Bêyî ku ji kesî hêvî bike çareserî bi rêxistiniyê tê kirin. Tu yê bi hêza xwe hêzên li hemberî xwe biguherîne. Ev hemû ji bo me hincetên girîng ên têkoşînê ne."   Ayten Dersim di dawiya axaftina xwe de Cejna Newrozê li gelê Kurd, li gelan, li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jinan pîroz kir û bang li jinan hemûyan kir ku bi fikrê azad biherikin qadên Newrozê.