Li Qersê Newroz di bin berfê de hat pîrozkirin 2026-03-15 11:22:42     QERS - Tevî berfê, bi sedan kes li qada pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li Qersê kom bûn; di pîrozbahiyê de peyamên azadî, demokrasî û berxwedanê derketin pêş.   Li Qersê, bi sedan kes li Qada Îstasyonê bi dirûşmeya "Azadî û Demokrasî" kom bûn û cejna Newrozê pîroz kirin. Kesên ku di saetên sibehê de gihîştin qadê, bi cilên xwe yên neteweyî û rengên zer, sor û kesk reng dan qadê.   Piştî axaftinan, pîrozbahiyên Newrozê bi derketina ser dikê ya hunermend Cevdet Bagca û gerandina govendê bi dawî bû.