Li Îran û Lubnanê êrişên giran, li Kendavê teqîn 2026-03-17 12:03:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê li Rojhilata Navîn di roja 18'an de hîn bêhtir belav bû. Îsraîlê êrişeke giran bir ser Îran û Lubnanê. Li welatên Kendavê jî teqînan rû dan. Êrişên li ser navendên enerjiyê bûn sedem ku buhayê petrolê zêde bibe.   Şerê li Rojhilata Navîn di roja 18'an de hîn bêhtir belav bû. Artêşa Îsraîlê ragihand ku doh bi şev "pêleke êrişê ya berfireh" li dijî binesaziyên li paytexta Îran Tehranê daye destpêkirin.   Hate ragihandin ku di heman demê de li Lubnanê êriş li ser hedefên Hîzbûllahê hatiye kirin. Hate ragihandin ku sê taxên cuda yên Beyrûdê bên hedefa êrişên bi fuzeyan.   Îsraîlê ragihand ku ji Îranê fuze ber bi wan ve hatiye avêtin û sîstema parastina hewayî xistiye dewrê. Her wiha bang li sivîlan kir ku bikevin stargehan.   Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihandin ku di roja 18'emîn a şer de 10 kes bi sûcdariya 'sîxuriya biyanî' hatin binçavkirin.   Hate îdîakirin ku hin kesên hatin binçavkirin li ser nuqteyên aboriyê û leşkerî yên hesas agahî kom dikirin û hinek jî pêwendiya xwe bi komên dijberiya rejîmê re hebû.   Bandora şer li welatên Kendavê jî belav bû.   * Li Dûbaî û paytexta Qatar Dohayê teqînan rû dan. Îmaratê jî diyar kir ku êrişeke bi fuzeyan asteng kiriye. Li Navenda petrolê ya li Fuceyreyê, di encama êrişa droneyê de şewatê rû da.   * Li paytexta Iraq Bexdayê bi drone û roketan êriş li hemberî Sefaretxaneya Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hate kirin. Fuzeyek li malekê ket û di encamê de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.   Hate ragihandin ku êrişên droneyan ên li ser baregeha hêzên koalîsyonê ya li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê û Hewlêrê ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatin astengkirin.   * Li nêzî Tengava Hurmuzê li tankereke petrolê hate xistin. Hate ragihandin ku xisareke biçûk li tankerê bû.   Artêşa Îsraîlê di operasyonên li dijî Hîzbûllah a Lubnanê de derbasî qonaxeke nû bû ku 16'ê Adarê dabû destpêkirin. Leşkerên ser bi Tumen a 91'emîn ji herêmên li ser sînor ên rojên dawî bi dest xistin wêdetir dest bi operasyonên bejahî kirin.   Îsraîl êrişên xwe yên li başûrê Lubnanê dewam dike. Hîzbûllahê jî ragihand ku bi roketan bersiv dan leşkerên Îsraîlê.   Li Lubnanê bîlançoya şer giran dibe. Ji 2'yê Adarê û vir ve herî kêm 886 kesî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî milyonek mirov jî ji cih û warê xwe bûn.   Artêşa DYE'yê jî ragihand ku ji destpêka şer û vir ve li 7 welatên cuda nêzî 200 leşkerên wan birîndar bûn, 13 leşkerên wan jiyana xwe ji dest dan.   Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog bûyerê diqewimin weke 'xaleke werçerxê ya dîrokî' pênase kir û bang li welatên Ewropayê kir ku li hemberî Hîzbûllahê piştgiriyê bide wan.   Zêdebûna êrişên li ser binesaziya enerjiyê ya li Kendavê bandor li bazara global kir.   Buhayê petrolê di ser rêjeya ji sedî 5'î zêde bû, petrola Brent bû 104 dolar, petrola xav a DYE'yê bû 98 dolar. Pispor dibêjin ku buhayê petrolê dibe ku bi dewamî zêde bibe.