HRANA: Di 24 saetên borî de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan 2026-03-18 12:49:18   NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA ragihand ku di nava 24 saetên borî de di êrişên hevbeş ên Îsraîl û Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 4 welatî jî birîndar bûne.   Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA bi raporekê bîlançoya 24 saetên dawî ya êrişên Îsraîl-Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav kir.   HRANA di bîlançoya belavkirî de ragihand ku di nava 24 saetên borî de Îsraîl û Amerîkayê li ser 17 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê herî kêm 179 êriş pêkaniye ku 29 baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên hêza Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, bîrên neftê û qadên enerjiya atomî yên Îranê bûn.   Li gorî rapora HRANA di encama êrişên 24 saetên borî de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 4 welatiyên sivîl jî birîndar bûne. HRANA ragihand ku piraniya êrişan li ser bajarên Tehran, Îsfehan, Şîraz, Kerec, Buşehr, Ehwaz, Faris, Kirmaşan, Pîranşar, Tewrêz, Urmiye, Hemedan, Qum, Bender Ebas bûn.   Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA ragihand ku ji destpêka êrişên Îsraîl û Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve hezar û 354 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane ku 207 jê zarokên dibin temenê 18 salî de ne.