Li Aydinê agirê Newrozê gûr bû 2026-03-18 22:15:27   AYDIN - Li navçeya Germencîk a Aydinê di pîrozbahiya Newrozê de parlamentera DEM Partî ya Îzmîrê Burcugul Çubuk axivî û got: “Em di rojên ku wêneyên girtiyên me nedikirin qadan de derbas bûn û em silav û rêzên xwe ji Birêz ocalan ku hîna wek hêmaya sûc tê dîtin re dişînin. Têkşîna me têkşîn agirtiyên şoreşger, bîranîna girtiyên azadiyê ye.”   Li navçeya Germencîk a Aydinê bi dirûşmeya ‘demokrasî û azadî’ cejna Newrozê hat pîrozkirin. Welatiyên tevli pîrozbahiya li taxa Ortaklar bûn, bi dirûşmeyan govend gerandin.   Axaftina vekirinê hevserokên DEM Partî ya Aydinê Şukran Sari û Husnu Taş kirin.   Parlametnera DEM Partî ya Îzmîrê Burcugul Çubuk da zanîn ku bi mîrateya ji Rahşan Demîrel, Zekiye Alkan û Kemal Kurkut girtine têkoşîna xwe didomînin û got: “Em ji Birêz Ocalan re silv û rêzên xwe dişînin. Têkoşîna me têkşîna hemû girtiyên şoreşê û azadiyê ye. Em di rojên ku wêneyên girtiyên me nedikirin qadan de derbas bûn û em silav û rêzên xwe ji Birêz ocalan ku hîna wek hêmaya sûc tê dîtin re dişînin. Têkşîna me têkşîn agirtiyên şoreşger, bîranîna girtiyên azadiyê ye.”   Pîrozbahî bi gerandina govendê bidawî bû.