Qedexeya derveyê welat a rojnameger Semra Turan hat rakirin 2026-03-19 19:51:00   NAVENDA NÛÇEYAN- Biryara qedexeya derveyê welat a der barê rojnameger Semra Turan de hat rakirin.   Qedexeya derketina derveyê welat a Sekretera Giştî ya Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat(DFG) û edîtora JINNEWS’ê Semra Turan hat rakirin.   Ji aliyê 7’emîn Dadgeriya Ceza Sul a Enqereyê de di 22’ê Adara 2019’an de di çarçoeya tedbîrê kontrola edlî de der barê Semra Turan de qedexeya derketina derveyê welat hatibû dayîn. Îtîraza ku hat kirin ji aliyê parêzer Resul Tamur ve wek daxwazname hat dayîn hat nirxandin. Dozgeriyê biryara rakirina biryara qedexeya derveyê welat rakir.