Li baregeha Qesrîk Koalîsyonê 2 dron hatin xistin 2026-03-20 19:20:53     NAVENDA NÛÇEYAN-Hêzên Amerîkayê yên li baregeha Qesrik a Koalîsyona Navneteweyî ya li bakurê Hesekê şevê din 2 dronên hewl da êrişî baregehê bikin xistin.   Li gor nûçeya ANHA’yê, hêzên Amerîkayê yên li baregeha Qesrik a Koalîsyona Navneteweyî ya li bakurê Hesekê ne şevê din 2 dronên hewl da baregehê bombebaran bikin xistin xwarê.   Hate ragihandin ku li nêzî bajarokê Til Beyder 2 drone hatin xistin û hate destnîşankirin ku ji destpêka êrişên Îsraîl-Amerîkayê li dijî Îranê ev êrişa 3yemîn e, heta niha 6 drone hatine xistin.   Hat diyarkirin ku di êrişê de tu zirar çênebûne.