Ji bo Newroza Amedê bang 2026-03-20 22:13:37     NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê ji bo Newroza Amedê bang li hemû gel kir ku beşdarî pîrozbahiyê bibin û got: "Em sibê agirê Newrozê ji bo azadî û demokrasiyê li Amedê vêdixin.”   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo Newroza ku dê sibê li Amedê were pîrozkirin vîdyoyek parve kir û banga beşdariyê kir.   Di parvekirina DEM Partiyê de wiha hat gotin: "Em sibê agirê Newrozê ji bo azadî û demokrasiyê li Amedê vêdixin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tevlî pîrozbahiya dîrokî ya #Newroza2026'an bibin. Newroz pîroz be!"