Ji Newroza Wanê peyama 'Bijî Serok Apo' 2026-03-22 12:17:15   WAN - Li Wanê pîrozbahiya Newrozê, li gel baranê bi beşdariya bi sed hezaran kesî bi coşeke mezin pêk hat û dirûşmeya "Bijî Serok Apo" olan da.    Pîrozbahiya Newrozê li Wanê ku bi dirûşmeya "Newroza Azadî û Demokrasiyê" û "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" tê lidarxistin. Piştî ku polîsan hewl da li ser Veysi Aktaş, Derya Aslan, endama Komîteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek siyasetmedarên din ên beşdarî bernameya pîrozbahiyê bûn lêgerînê bikin alozî derket holê. Bi çareserkirina vê aloziyê re pîrozbahî pêk hat.    Qada Newrozê bi alên rengîn û pankartên ku daxwaza aştî, azadî û statuyê dikin hat xemilandin. Tevî hemû astengî û xalên kontrolê yên polîsan, gel bi tilîlî û dirûşman qada Newrozê dagirt. Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên kurdewarî beşdar bûn, atmosfereke rengîn raxistin ber çavan. Ji qada Newrozê ku tijî bûye dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" olan didin. Bernameya pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî vê, Endamê Komîteya Amadekar Umut Tayanir, axaftineke kurt kir.    Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt got: "Em di kesayetiya Salih Muslim de şehîdên Newrozê bi bîr tînin. Gelê Kurd bi salan e li ber xwe dide. Em ji bo jiyaneke demokratîk têkoşînên mezin dimeşînin û niha dema azadiyê ye. Bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' jin jiyaneke nû dihunin. Bi pêvajoya ku ji hêla birêz Ocalan ve hat destpêkirin, em jiyaneke nû û aştiyê dihunnin."    Hevseroka DBP'ê yê Wanê Cemal Demîr got: "Gelê Kurd azadiya Rêberê xwe dixwaze. Em ji bo vê têkoşîneke mezin dimeşînin û em ê berdewam bikin."   Piştî axaftinên destpêkê, pîrozbahiya Newrozê bi stranên Koma Rojhilatê berdewam kir. Di Newroza Wanê de ku bi dirûşmeya "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” hat pîrozkirin, posterên 25 metreyî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Gel dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.   Piştî Koma Rojhilat, Kevser Akçelîkê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend ku duh di Newroza Amedê de hat ragihandin.   Paşê Veysi Aktaş axivî. Veysi Aktaş diyar kir ku encamên hilbijartina herêmî ya 2024'an a Wanê li Îmraliyê ji aliyê Abdullah Ocalan ve wekî encameke "dîrokî" hatiye nirxandin. Veysî Aktaş, bal kişand ser bandora herêmî ya 14 şaredariyên ku li Wanê bi dest ketin û got ku encam bi vîna rêxistinkirî ya gel bi dest ketiye.  Aktaş ku got "Gelê Wanê gotina dawî got" bilêv kir ku tevî zextan jî gel vîna xwe parastiye. Aktaş bal kişand ser rola jin û ciwanan a di têkoşînê de û got ku ev dînamîzim diyarker bûye. Veysî Aktaş bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku Abdullah Ocalan da destpêkirin û got ku çaresserî bi rêbazên diyalog û aştiyane pêkan e û komara demokratik bingeha wekhevî, azadî û edaletê ye.    Veysî Aktaş di axaftina xwe de destnîşan kir ku rêbaza danûstendina demokratik ger di navbera aliyan de wekî rêbaza bingehîn hatibe diyarkirin, nexwe divê alî xwedî şert û mercên wekhev bin û got: "Pêdivî ye ku statuya cihê ku Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan lê bimîne bê diyarkirin. Divê dewlet û desthilat zû tevbigerin da ku şert û mercên Serokatî ji bo danûstandinên demokratîk guncaw bin." Veysî Aktaş destnîşan kir ku di rewşa heyî de aştî ji bo wan tenê ne armancek e, têkoşîna gel bixwe ye û got: "Têkoşîna li dijî netewprestiya ku gelan bera hev dide." Veysî Aktaş di dawiya axaftina xwe de hemû beşdaran silav kir û got ku wekî di hilbijartinên herêmî de hemû gel vedixwîne xwedîderketina li berprisiyariyan.    Piştî axaftina Veysî Aktaş, girseyê bênavber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kir. Piştî axaftina Veysî Aktaş, aktîvîsta TJAyê Derya Aslan gel silav kir û Newroza girtiyên siyasî pîroz kir. Derya Aslanê bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha got: “Ev rê, rêya azadiyê ye. Gelê Kurd bi ruhê yekîtiya neteweyî li her çar parçeyên Kurdistanê bû yek. Têkoşîna neteweyî ji bo me tiştekî wisa ye ku divê em xwedî lê derkevin. Pêdivî ye em 24 saetan bê xew têbiköşin. Rêberiya me perspektîfa azadiya jinê ava kir. Bêyî azadiya jinê, azadiya civakî nabe. Şiarê ‘Jin, jiyan, azadî’ şiara me ya bingehîn a azadiyê ye.”   Piştî vêxistina agirê Newrozê, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan berê xwe da girseyê û got: “Newroza sala 2026'an Newrozeke cuda ye. Ev Newroz, Newroza derbasbûna ji serhildanê ber bi avakirinê ve ye. Ev Newroz, Newrozeke avaker e. Newroza serdemeke nû ye. Em dibêjin serdemeke nû, lê wekî ku hêzên ewlehiyê yên li Wanê ji vê serdema nû ne agahdar in. Ew di serdema kevin de mane. Ew neguherîne. Ew hîn jî difikirin ku bi zextên li ser gelê Wanê dikarin rê li pîrozkirina Newrozê bigirin. Ez li vir kesên ku îro li nuqteyên lêgerînê eziyetê li gelê me dikin şermezar dikim. Em dibêjin ku me serdemeke nû da destpêkirin. Em hewl didin jiyaneke ku tê de şer û tundî nîn be û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe ava bikin. Hêvî dikim ku bayê aştiyê yê li Enqereyê diêşe, li Wanê jî bixe.”   Bakirhan derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî wiha axivî: “Me hemûyan bangawaziya birêz Ocalan a 27'ê Sibatê dît. Di eslê xwe de Birêz Ocalan ev mudaxaleyên emperyal dît û pêvajoyeke wiha da destpêkirin. Armanca wî ew bû ku ne Îran û ne jî welatên herêmê rûbirûyê mudaxaleyên emperyal nebin. 27’ê Sibatê ronahiyek bû ji bo tarîtiya Rojhilata Navîn. Hîn jî ji me dipirsin ‘Kurd çi dixwazin?’. Kurd naskirina nasnameya xwe dixwazin. Kurd welatîbûna wekhev dixwazin. Kurd perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin. Kurd demokrasiya herêmî dixwazin. Wanî dixwazin qeyûm herin û Şaredar Neslîhan û Şaredar Abdullah şaredariyê bi rêve bibin. Kurd dixwazin statuya birêz Ocalan zelal bibe; ne statuyeke de-facto statuyeke fermî dixwazin. Ev pêvajo ji bo 86 milyonî ye. Ev pêvajo Tirkiyeyê perçe nake, berevajî wê dike yek û bira. Ez bang li Kurdan dikim: Em yek in. Kobanê ji bo me çi be, Wan ew e. Urmiye ji bo Kurdan çi be, Silêmanî û Hewlêr ew e. Divê Kurd di vê serdema ku qedera gelan tê diyarkirin de, yekitiya xwe ya neteweyî û demokratîk ava bikin. Dibe ku cudahiyên me hebin, lê di vê pêvajoyê de divê tu partî û saziyeke Kurd ji yekitiyê nereve.”   Piştî axaftina Bakirhan, Koma Agirê Jiyan derket ser dikê û stranên xwe ji bo welatiyan got.