Ji Balikesîrê peyama 'Banga Ocalan mezin bikin' 2026-03-22 15:36:17   BALIKESÎR - Di pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li Gomeçê de, bal hat kişandin ser ser bilindkirina banga Abdullah Öcalan a ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk" û hate gotin ku Cejna Newrozê ji cejnekê wêdetir e û ew rojek têkoşînê ye.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Hola Daweta Gömeçê ya li navçeya Gomeçê ya Balikesîrê bi dirûşma "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk, Newroz a Azadî û Demokrasiyê" Cejna Newrozê pîroz kir. Qada Cejna Newrozê bi pankartên "Jin, jiyan, azadî" û "Newroz pîroz be" hat xemilandin, di heman demê de jin bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di tevahiya pîrozbahiyê de, gelek caran dirûşmên wekî "Jin, jiyan, azadî", "Bijî berxwedana Rojava", "Newroz pîroz be û "Bê Serok Jiyan nabe"  hatin berzkirin. Parlamentera Parlamentera  DEM Parttiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan û Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk (YSP) Ahmet Asena, her wiha gelek nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk, partiyên siyasî û welatî beşdarî pîrozbahiya newrozê bûn.   'Newroz berxwedan, azadî û hêvî ye'   Parlamentera Rihayê Dilan Kunt Ayan, bi bîranîna Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ê jiyana xwe ji dest da dest bi axaftina xwe kir û sersaxî ji gelê Kobaniyê û gelê Kurd re xwest. Dilan Kunt Ayan, tekez kir ku Newroz ne tenê cejnek e û got, " Newroz berxwedan, azadî û hêvî ye."   'Her çend tenê kesek hebe jî, ew agir wê vêkeve'   Dilan Kunt Ayan, diyar kir ku gelê Kurd dê li her derê agirê Newrozê pêxe û got, "Gelê Kurd, çi kesek be, çi deh kes be, çi jî bi mîlyonan be, agirê Newrozê ji her derê pêdixe." Dilan Kunt Ayan, silav ji kesên ku têkoşîna azadiyê berfireh dikin re şand û her wiha Cejna Nowrozê li Figen Yüksekdağ û Selahattin Demirtaş pîroz kir.   'Em ê banga Öcalan mezin bikin'   Dilan Kunt Ayan got, "Dema afirandina mafên Kurdan e. Dema afirandina demokrasî, hiqûq û statuya hiqûqî ya Kurdan e. Ji ber vê yekê ye. Di 27'ê Sibatê de, Birêz Abdullah Öcalan ji Îmraliyê banga Aştî û Civaka Demokratîk bilind kir. Em, ji her deverê ku em lê bin, dê bibin  em ê vê bangê mezin bikin."   Piştî wê, Hevberdevkê YSP'ê Ahmet Asena tekez kir ku Newroz ne tenê cejnek e, di heman demê de rojek têkoşîn û berpirsiyariyê ye jî û got, "LI ber xwe bidin û wekî gel tiştê ku Kawa  kir ji nû ve pêk bînin. Ev wekî karekî mezin li pêşiya me ye."   Newroz piştî axaftinan bi dirûşm  û govenda li ber muzîkê bi dawî bû.