Piştî Newroza Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin 2026-03-22 18:10:37     STENBOL- Li Stenbolê piştî piştî pîrozbahiyên Newrozê gelek kes di dema belavbûnê de ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Polîsan li deriyê qada Yenîkapiyê girse xist bin dorpêçê û gelek kesan binçav kir. Hejmara binçavkiriyan nehat zanîn.   Li Stenbolê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” li qada Yenîkapi ya navçeya Fatîh a Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Newroz piştî stranên Koma Amed bi coşeke mezin bi dawî bû. Bi dawîbûna pîrozbahiyê re girsê bi meş û berzkirina dirûşmeyan ji qada Newrozê derket. Girsê di derketina qada Yenîkapiyê de ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Gelek wesayitên binçavkirinê jî di heman demê de derbasî cihê dorpêçê bûn. Polîsan girsê belav kir û rojnamegerên kişandinê dikirin asteng kir. Polîsan gelek kesên ku dorpêçê kiribûn binçav kirin. Derbarê nav û hejmara binçavkiriyan de agahî nehat bidestxistin.