Li Mexmûrê mîhrîcana 4’ê Nîsanê 2026-03-30 09:46:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Li wargeha penaberan a Mexmûrê 18’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku 4’ê adarê destpêkiri bû bi coşek mezin, bi pêşbirkên wênexêzî û satrancê didome.   Her sal li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi boneya 4’ê Nîsanê roja ji dayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mîhrîcanek çand û werzîşî tê lidarxistin.   Wek her sal îsal jî mîhrîcana 18’emîn a Çand û Werzîşî ku 4’ê adarê bi turnovaya futbolê destpêkiri bû, bi pêşbirkên wênexêzî û satrancê berdewam kir.   Pêşbirka wênexêzî û satrancê di navbera dibistanên amadeyi de bi coşeke mezin hat lidarxistin. Her wiha mîhrîcan wê heta 4’ê Nîsanê bi çalakiyên cûr be cûr berdewam bike.