Li Şîrazê malbata Bahaî hate binçavkirin 2026-03-30 18:39:21     NAVENDA NÛÇEYAN-HRANA,daxuyand ku li Şîrazê, Romîna Huzalî û hevjînê wê Behzad Yazdanî yên Bahaî hatine binçavkirin û zarokên wan jî hatine lêpirsînkirin.   Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafê Mirovan (HRANA) daxuyand ku li bajarê Şîraz a Îranê malbata baweriya wan Bahaî, Romîna Huzalî û hevjînê wê Behzad Yazdanî ji aliyê Yekîneyên Îstîxbarata Muhafizên Şoreşê ve hatine binçavkirin. Li gorî agahiyan Behzad Yazdanî şeva şemiyê (28’ê Adarê) hatiy eb inçavkirin û roja din jî hevjîna wî Romîna Huzalî hatiye binçavkirin, keça wan ya 14 salî jî hatiye lêpirsînkirin.   Der barê cihê ku Romîna Huzalî lê girtiye de agahî nehatin parvekirin û hat hînbûn ku Behzad Yazdanî sewqê girtîgeha Adîlabad ya Şîrazê kirine.