‘Rêber Apo ji bo me çiraya ronahiyê ye’ 2026-04-01 09:02:56   Jiyan Gencan   QAMIŞLO - Şaha Emîn Hesarî ku gelek caran bi Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kriye bahsa biranînên xwe yên pê re kir. Şaha Emîn Hesarî diyar kir ku Abdullah Ocalan, dijmin û  welatê wan bi wan daye naskirin e û wê li ser xeta wî têkoşîna xwe bidomînin.   4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan e. Gelê kurd wê rojê her sal wek kevneşopiyekê girîng pîroz dike, wê rojê wek roja nûbûna civaka Kurd û wek roja ji xwe agahdarbûnê dibîne. Di heman demê de, li her devera ku Gelê Kurd lê dijî, ji bo wate û girîngiya vê rojê çalakiya dar çinandinê tên lidarxistin.   Bi Wesîleya 4'ê Nîsanê me jî wek ajansa Jinnewsê bere xwe da jina bi navê Şaha Emîn Hesarî ku  dayikeke  di demen ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Sûriyê û Lubnanê bû, bi wî re hevdîtin kiriye û tevli niqaşan bûyye.    Şaha Emîn Hesarî bi Wesîleya 4'ê Nîsanê ji bo ajansa me li ser taybetmendiyên Rêberê Gelê Kurd û naskirina wî ji ajansa me re axivî .   ‘Dîtina Rêber Apo ji bo me xewn bû’   Şaha Emîn Hesarî di despêka axaftina xwe de bahsa naskirina Rêber Apo kir û got: " Naskirina min a tevgera azadiyê piştî hevdîtina min a bi Rêber Apo re çêbû. Me gelek partî dîtin û nas kirin lê tevgera  azadiyê cudahiya wê hebû, ew tevgerek ji bo gelê kurd bû. Pîştî ku me tevger nas kir em jî ketin nava kar û xebatan. Di salên 1992-1993 de ez cara yekem çum gel Rêber Apo Lubnan'ê. Rêber Apo hat û me wî dît. Ji ber ku em gelek kêfxweş bûn me bawer nedikir ku me wî dîtiye û dîtina wî ji bo me wekî xewnekê bû. Pîştî naskirin û silavdayînê Rêber Apo dest bi vegotina dîroka Kurdîstanê kir. Di axaftinên Rêber Apo de dîrok pir bala min kêşand. Rêber Apo dîroka Kurd û Kurdîstan û dîroka dijminê Kurdan ji me re gelek xweş şîrove kir. Di hemen deme de bahsa girîngiya hebûna jinan di nava Şoreşa Kurdîstanê de kir. Pêşdîtinên Rêber Apo ji bo xebatên me hebûn û hemû jî rast bûn. Wê demê me fêm kir ku divê em dîroka xwe û ya dijminê xwe baş bizanibin. Rêber Apo hakimê dîrokê bû û ji me re her tişt vedigot. Rêber Apo bi wî rengî me perwerde kir û digot: 'Dema we di nava gel de kar kir divê hun tu carî bê bersiv nemînin her tim bi zanebûn bersiva pirsên gel bidin' me jî Rêbertî gohdar kir û çi digot dixwas fam bikin."    ‘Wî dijminê me û welatê me bi me da naskirin’   Şaha Emîn Hesarî bahsa taybetmendiyên Rêber Apo kir û diyar kir ku bi kesayeta xwe însana gelek bandor dike û wiha domand: " Rêber Apo Şoreşer, sîyasetmedar û Rêber e. Ez çiqas bahsa Rêbertî bikim wê têrê neke. Rêber Apo usluba wî gelek bi bandor e, di nîqaşan de jî gelek dilnizim bû. Dema ku Rêbertî diaxivî me nedixwast ku ew nîqaş bi dawî bibe. Yê ku welatê me û dijminê me bi me da naskirin Rêber Apo bû. Ji ber wê jî em her tim dibêjin û soz didin ku em ê heta dawiyê têkoşîna xwe berdewam bikin."   ‘Rêber Apo ji bo me çiraya ronahiyê ye’   Şaha Emîn Hesarî bahsa girîngiya ku Abdullah Ocalan dide jînan jî kir û wiha anî  ziman: " Ez wê demê di karê Cephê de min kar dikir û di heman demê kurye bûm. Rêber Apo gelek girîngî dida perwerdehiya jinan. Rêber Apo herî zêde li ser uslubê disekinî. Rêbertî her digot ' divê usluba we ji gel re nerm be û hez ji gel bikin û nehêlin kêmanî derkeve.' Ji bo Rêbertî neteweyên Ereb, Ermen, Çerkez girîng bûn û digot  xwe bigihînin wan me û hereketa me bidin naskirin. Rêbertî mirov diafrandin, digot çiqas kêmasiyên mirovan hebe jî hunê wan bikêşîn nava başî û paqijiyê. Rêber Apo digot Şoreş bi gel re dibe, eger gel nebe şoreş jî nabe. Me Rêber Apo û tevgera azadiyê bi uslup û kesayeta wî  nas kir û em wiha bi wan ve hatin girêdan. Rêber Apo ji bo me çiraya ronahiyê ye. Rêbertî ji bo me dûnyayek û hebûnek e. Ew bi salan e di zindanê de ye lê dilê me li cem Rêber Apo ye. Em wekî xelekekê bi Rêber Apo ve girêdayî ne. Sozê ku me daye Rêbertî heta dawî em ê bi têkoşîna xwe bi cih bînin."