Li Agiriyê 13 kes hatin girtin 2026-04-08 20:50:48   AGIRÎ – Ji kesên ku li navenda Agiriyê û navçeyên wê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin.   Kesên ku piştî pîrozbahiyên Newrozê li navenda Agiriyê û navçeyên wê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, piştî karûbarên li qereqola polîsan, sewqî dadgehê hatin kirin. Ji kesên ku anîn dadgehê, 13 kes hatin girtin. Girtin bi hinceta "berxwedana li dijî polîsan" hat kirin.   Xizmên kesên ku hatin girtin li ber dadgehê kom bûn û li dijî biryarê nerazîbûn nîşan dan. Malbatan bi berzkirina dirûşmeyan nerazîbûna xwe nîşan dan.