Li Qamişloyê panelek bi navê ‘Çîrokên Gulan’ hat li dar xistin 2026-04-11 15:44:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a Sûriyeyê li Qamişloyê panelek bi navê "Çîrokên Gulan" li dar xist û jinan di wê panelê de tecrubeyên xwe yên aborî bi hev re parve kirin.   Li Parka Xwendinê ya Qamişloyê Meclîsa Jinan a Sûriyeyê panelek bi navê "Çîrokên Gulan" li dar xist. Çalakvan, hiqûqnas, endamên meclîs û saziyên jinan beşdarî panelê bûn.   Di destpêkê de Nadiya Ebdulhelîm Bozo axivî. Nadiya Ebdulhelîm Bozo ku ji zaroktiya xwe ve astengdar e û ji bo bikeve nava civakê û xwendina xwe bidomîne gelekî têkoşiyaye got: “Bi îsrara xwe û îradeya xwe ez dikaribûm bixwînim biçim beşa hiqûqê. Ez beşdarî însiyatîfên civakî bûm. Bi taybetî girîngî didim mafên jinan û astengdaran. Li gund û bajaran perwerde didim jinan û ez yek ji avakerên ‘Komeleya Suferai ya Kesên Astengdar’ im.   Piştî Nadiya Ebdulhelîm Bozo tecrubeya xwe parve kir, Terfa Salih Silêman axivî û anî ziman ku berî 5 salan hevjînê wê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye, ew zarokên xwedî xwedî dike û got: “Piştî hevjînê min wefat kir, min xwe fêrî dirûtinê kir û bi riya dirûtinê pêdiviyên zarokên xwe pêk tînim niha dixwînin.”   Ebîr El Selîm jî axivî û got ku ew dayîka 4 zarokan e, beriya 10 salan hevjînê wê wefat kiriye û destpêkê gelekî jê re giran bûye piştre xebitiye û zarokên xwe xwedî kirine.   Behiya Mihemed Şêxmûs jî got ku mûçeyê hevjînê wê têra wan nedikir, ji ber vê yekê wê dest bi karê dirûtinê kiriye û tevî koma ‘Ehlam El Sexîra’ yak u 100 jin lê dirûnkariyê dikin bûye. Da zanîn ku bi vê projeyê re rewşa wan a aborî baştir bûye.   Piştî ku jinan têkoşîna xwe ya ji bo aborî û jiyanê parve kirin, beşdaran nêrînên xwe anîn ziman. Di nêrînên xwe de pêşniyar kirin ku zêdetir panelên wiha werin lidarxistin. Civak û sazî jî alîkariyê bidin jinan, pewerde bikin û derfeta kar bidin wan. Bi vî awayî jin di aliyê aborî de bikaribin bibin xwedî tecrube.