‘Qetilkirina Gulistan Doku bi destê dewletê hat veşartin’ 2026-04-22 09:03:37   ENQERE - Jinan diyar kirin ku qetilkirina Gulistan Doku bi destê dewletê hatiye veşartin û gotin ji bo mirinên bi guman ên jinan derkevin holê wê têkoşîna xwe bidomînin.   6 sal piştî qetilkirina Gulistan Doku derket holê ku kurê waliyê demê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Soner destdirêjî li Gulistan Doku kiriye û piştre hat qetilkirin. Di veşartina qetilkirina Gulistan Doku de di serî de saziyên dewletê û gelek nav berpirs tên dîtin.    Jinan der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku wê têkoşîna xwe bidomînin.   Bi destê dewletê hat qetilkirin   Endama Jinên Sosyalîst Eylul Sofuoglu da zanîn ku Gulistan Doku tu carê ji rojeva jinan neketiye û nû ketiye rojeva dewletê û got: “Em dizanin ku rastiyên derbarê windakirina Gulistan Doku de ku piştî 6 salan derketine holê girêdayê polîtîkayên dewletê û nakokiyên navxweyî ne. Waliyê demê yê Dersîmê Tucay Sonel û kurê wî di vê dosyayê de gumanbarên sereke ne. Em windakirina Gulistan Doku ji polîtîkayên şer ên li Kurdistanê cuda nanirxînin. Ev tiştên tên jiyîn bi destê dewlet û serdestiya mêr tên kirin. Bi taybet jinên Kurd bi destê dewletê hatin qeitilkirin. Em hîna ji bo Rojînê li edaletê digerin. Hîna telefona wê nehatiye vekirin."   ‘Wê têkoşîna edaletê bidome’   Eylul Sofuoglu daxuyakirin ku gelek mirinên bi guman ên jinan hene û wiha bi lêv kir: “Gulistan, Rojîn, Rojwelat û gelekên din. Em dizanin ku dosyaya Rojînê jî bi vî awayî tê veşartin. Em ê ji bo Rojînê, ji bo Rojwelat û hemû jinên din têkoşîna xwe bidomînin. Hewcedariya me jinan bi hev heye. Dewlet, mêr kapîtalîzm dijminê jinê ye. Dixwazin li ser jinan serdestiyê ava bikin. Lê em ê li kolanan dengê xwe bilind bikin, têkoşîna xwe mezin bikin.”   ‘Saziyên dewletê li ser qetilkirina jinê xwe rêxistin kirin’   Endama MYK SOLDEP’ê Meryem Vargelîoglu jî destnîşan kir ku ew 6 sal in ji bo Gulistan Doku li edaletê digerin û wiha berdewam kir: “Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Di vê pêvajoyê de pir kêm me her tişt dizanibû. Di têkoşîna 6 salan de derket holê ku kurê walî Tuncay Sonel, destdirêjî li Gulistan Doku kiriye û ji bo ducaniyê veşêre qetil kiriye. Di vê pêvajoyê de hemû saziyên dewletê, nexweşxane, emmiyet û waliyê dest dane hev û li ser qetilkirina jinekê xwe bi rêxistin kirine. Gumanbarên jinan pergal bixwe ye. Em ê pirsa ‘Çi bi Gulistan Doku hat?’ her tim bipirsin. Ji bo jinên din jî wê lêgerîna me ya edaletê bidome.”   ‘Jinan dengê xwe kirin yek’   Endama Platforma Jinan a Enqereyê Serpîl Akpinar jî wiha vegot: “Bi hewldanên waliyê demê bala malbatê dan bendavê û gotin Gulistan Doku întîxar kiriye. Bala hemû kesî dan wir. Lê Gulistan ne di bendavê de ne jî di cihekî din de hat dîtin. Jinan bi salan aqûbeta Gulistan Doku pirsîn. Tu car dest ji têkoşînê bernedan. Di encama têkoşîna jinan de dosya ji nûve hat destgirtin û der barê 13 kesî de lêpirsîn hat destpêkirin. Divê hemû gumanbar bên girtin. Divê cenazeyê Gulistan Doku teslîmê malbatê bê kirin. Jinan dengê xwe kirin yek û têkoşîna xwe meşandin. Divê ji vir şûnde jî têkoşîn hîn bêtir bê xurtkirin.”