Mîtînga Ekolojiyê: Em ê xwezaya xwe biparêzin 2026-04-24 11:30:48   MÛŞ - Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar ku di mitînga li dijî talana xwezayê de hate lidarxistin de axivî û got, “Vira wargeha berxwedanê ye, em nahêlin Gimgimê ji destê me bigirin. Em dê xwezaya xwe li dijî talanê biparêzin.”   Li navçeya Gimgima Mûşê, li dijî zêdebûna talana ekolojîk û projeyên Santralên Enerjiya Jeotermal (JES), bi dirûşmeya “Em xwedî li xwezaya xwe, ava xwe û axa xwe derdikevin” mîtîngek hat lidarxistin. Beriya mîtîngê bi tevlîbûna hezaran kesan meş pêk hat. Girseya gel bi pankart û dowîzan ji xaçerêya VEDAŞê heta ber avahiya şaredariyê meşiya. Di meşê de bênavber diruşmeyên “Bijî berxwedana Gimgimê”, “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.   Gel li dijî talanê meşiya   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel, parlamenterên DEM Partî û CHPê, nûnerên saziyên sivîl û gelek parêzvanên xwezayê beşdarî meşê bûn. Bi hezaran kesên ji bo parastina xweza û li dijî talanê meşiyan bi yek dengî soza parastinê û berxwedanê dan.   Peyama ji girtîgehê: Em serbikevin jîngeh ser dikeve   Di mîtîngê de nameya ku berxwedêra Akbelenê Esra Işik ji Girtîgeha Jinan a Şakranê şandibû hate xwendin. Işik di nameya xwe de silavên xwe ji berxwedêran re şandin û ev peyam şandin: “Dîtina yekbûna her kesî ji bo ax û gundên me, bi her tiştî re dibe. Em ê li dijî hemû xerabiyan û neheqiyan têkoşîna xwe geş bikin. Akbelen tê wateya jîngehê. Heke em qezenc bikin, wê jîngeh qezenc bike.”   ‘Em nahêlin xwezaya me ji me bistînin’   Piştre Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Uçar bang kir ku li dijî talana xwezayê têkoşîn bê mezinkirin û wiha dewam kir: “Hûn xwedî li Gimgimê derdikevin, her bijîn. Dixwazin welatê me bêmirov bihêlin û me jî bêjîngeh. Em dizanin ku ev der warê berxwedan û têkoşînê ye. Em bi we re ne. Ev projeya JESê wê cihê me û xwezaya me ji me bigire. Şîrketa ji Amerîkayê hatiye dibêje ’em ê xwezaya we bigirin’. Gelo em ê bidin? Na. Gimgim a me ye.”   ‘Sermaye wê paşve gav bavêje’   Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik jî anî ziman ku bi berxwedana gel wê sermaye mecbûrî paşve gav bavêje û got, “Yekitiya me hêviyê dide me. Silav ji bo hemû kesên ku li ber xwe didin. Em ê bi ser bikevin.” Parlamentera EMEPê ya Dîlokê Sevda Karaca jî bal kişand ser berxwedana li dijî şîrketan û Gimgim wekî sembola vê têkoşînê nirxand.   ‘Parastina xweza parastina civakê ye’   Parlamenterên DEM Partiyê Sumeyye Boz û Ayten Kordu jî bal kişandin ser girîngiya parastina ekolojiyê û destnîşan kirin ku parastina xwezayê parastina jiyana azad û civaka demokratîk e. Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Konukcu jî diyar kir ku teslîmkirina axa wan ji bo şîrketa Amerîkî IGNISê, nîşan dide bê ka desthilat çiqas ‘xwecihî û neteweyî’ ye.   ‘Em ê pergala talanker hilweşînin’   Aktîvîsta TJAyê Sebahat Tuncel jî destnîşan kir ku zihniyeta baviksalar û dewletê êrişî ser ziman, nasname û xwezaya wan dike û wiha axivî: “Em ê ava xwe û xwezaya xwe biparêzin. Em ê jiyaneke nû ava bikin û vê pergala talanker hilweşînin.”   Mîtîng, piştî axaftinan bi gerandina govendê û berzkirina diruşmeya “Bijî berxwedana Gimgimê” bi dawî bû.