Dayikên Şemiyê li aqûbeta rewşenbîrên Ermen ên winda pirsîn 2026-04-25 14:09:30   STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1100emîn de li aqûbetên kesên ku di Tevkujiya Ermeniyan de hatine windakirin, pirsîn.   Mirov-Dayikên Şemiyê bi daxwaza “Winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1100emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Dayikên Şemiyê, Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîcek, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayên Tevkujiya Ermeniyan û wêneyên windayên salên 90î hatin hilgirtin.   Dayikên Şemiyê vê hefteyê bal kişandin ser serpêhatiya welatiyên Ermen ku di Tevkujiya Ermeniyan de hatine windakirin.   Metna daxuyaniyê ji aliyê endama Rêveberiya Desteya Navendî ya ÎHDê Eren Keskîn ve hate xwendin.   Hûn ê dîsa vegerin mala xwe   Eren Keskîn diyar kir ku di kesên di 24ê Nîsana 1915an de hate windakirin ji bîr nekirine û wiha got: “Sepana bi darê zorê ya windakirinê bi biryarnameya ‘Şev û Mij’ ya Rejîma Naziyê tê pênasekirin lê ev sepan beriya birnameyê bi 26 salan li Stenbolê pêk hat. Şeva 24ê Nîsana 1915an de gelek Ermenî ji malên xwe hatin derxistin. Ji wan 174 kes êdî venegeriyan malên xwe. Bi fermana Talat Bey li Stenbolê operasyonek pêk hat. Polîs gelek kesan bi hinceta îfadeya wê heye binçav kir û ji wan re got ‘hûn ê dîsa vegerin mala xwe.’ Kesên hatin binçavkirin birin Girtîgeha Navendê ya Sultanahmetê. Di navbera kesên hatibûn binçavkirin de parlamenter, nivîskar, bijîşk, rojnameger û akademisyen jî hebûn. Ew pêşengên gelê Ermeniyan bûn. 25ê Nîsanê bi treneke taybet rê ketin. Paşê jî binçavkirin berdewam kir û bi giştî 250 kes hatin binçavkirin. Wan sewqî navçeya Ayaş û Çankiriyê kirin. Lê ev ne sewqbû rêya windakirinê bû.”   ‘Li ber çavê dewletê 6 rewşenbîr hatin kuştin’   Eren Keskîn destnîşan kir ku li ber çavê dewletê 174 kes hatin windakirin û ev yek anî ziman: “Di qeydên fermî de jî wekî ‘reviyan û hatin berdan’ hate nivîsandin. Rojnameger Agnuni jî di nava wan kesan de bû. Agnuni di Rojnameya Azadamard de dixebitî. Şeva 24ê Nîsanê polîsan deriyê wî xistin û wî binçavkirin. Agnuni di serî de birin qerekolê paşê jî wî birin Girtîgeha Sultanahmetê. 2yê Hezîrana 1915an de bi fermana Talat Bey Aguni jî di nav de 6 ber bi Amedê ve rê ketin. Nêzî Sîwerêgê ji aliyê Çeteya Haci Tellal Hekîmoglu ve hatin kuştin. Ber bi çavê dewletê 6 rewşenbîr hatin kuştin û goristana wan nehat dîtin. Di qeydên fermî de jî gotin ‘reviyane Rusyayê’ û heqîqete windakirin. Di hefteya 1100emîn de dibêjin çend sal derbas bibe bila bibe em ê li aqûbeta rewşenbirê Ermeniyan ku hatine windakirin bipirsin.”   Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê, bi dawî bû.