Li Stenbolê banga meşa li dijî tundiya li ser jinan 2026-04-29 11:23:05   STENBOL - Piştî pêşketinên dawî yên di lêpirsîna Gulistan Doku de, Jin bi hev re bi hêz in ji bo bîranîna jinên kuştî banga meşekê ya di 2'yê Gulanê de ya ji Tunela Şîşhaneyê ber bi Eminonu ve kir.   Jin bi hev re bi hêz in wê ji bo jinên kuştî çalakiyekê li Stenbolê li dar bixe. Jin bi hev re bi hêz in banga meşa roja Şemiyê ya 2'yê Gulanê ya saet 5'ê êvarê ya ji Tunela Şîşhaneyê ber bi Eminonu ve, kir.   Jin bi hev re bi hêz in, ku balê dikişîne ser kuştinên jinan û mirinên gumanbar ên jinan, banga tevlibûnê kir.