ROJEVA 03'YÊ GULANA 2026'AN 2026-05-03 09:00:00     * Nefîse Altun ya DBP’yî, da zanîn ku avakirina şert û mercên xebata azad a Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek girîng e û got aştî bi reforma demokratîk û ewlehiya qanûnî dikare pêkan be. BI DÎMEN    * Hevşardara Xelfetiyê Saniye Bayram der barê qeyûmê şaredariya Xelfetiyê ku ji nû ve bi nelêrêtiyan hatiye rojevê de axivî û da zanîn ku keyayan wê demê ji gel bi gotina "Ez nêzî Soylu me" tehdîd kiriye û anî ziman ku hemû kesên tevli nelêrêtiyê bûne divê hesab bidin. BI DÎMEN   *Muhsîne Aktumur ku li Qerejdaxê koçeriyê dike, diyar dike ku rêbaza jiyana komunal di nava xwezayê re derbs dibe û got bi hev re dixebitin, bi hev re dijîn. DÎMEN HEYE