Şaredariya Peyasê Navenda Jiyanê ya Jinan vekir 2026-05-05 16:01:00   AMED - Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê Navenda Jiyanê ya Jinan vekir. Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sincar destnîşan kir ku ew ê ji bo jinan li her qadê navendên jiyanê biafirinîn.   Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê li Taxa Hûzûrevlerî ya navçeya Peyas a Amedê Navenda Jiyanê ya Jinan vekir. Di bernameya vekirinê de Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, hevşaredarên navçeyên Amedê, Dayikên Aştiyê, nunerên saziyên sivîl di nav de gelek jin beşdarî bernameyê bûn. Di bernameyê de Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar axaftin kir.   Berîvan Gulşen Sîncar bi lêv kir ku beriya her tiştî soz dabûn ku qadên jiyana jinan berfireh û zêde bikin û wiha got: “Heta îro; navenda me ya werzişê ya jinan, navendên me yên jiyanê yên jinan, pirtûkxaneya me ya berhemên jinan, sûka keda jinan û îro jî li vir, em qadeke jinan vedikin ev yek ji bo me cihê serbilindiyeke cuda ye. Em bi destkeftiyên ku têkoşîna jinan a zêdetirî bi dehan salan derxistiye holê, ji bo ku jin bikaribe li her qada jiyanê hebûna xwe bidomîne, dîtbariya xwe zêdetir bike û bi zêdebûna dîtbariyê re çanda piştevaniyê bêhtir geş bike, em her tim li kolanan, qadan û meydanan mil bi mil hewl didin têkoşîna xwe mezintir bikin.”   Piştî axaftinê bi pêşengtiya Dayikên Aştiyê kurdele hate birîn. Dayikan bi tîlîliyan kurdele birîn. Dû re jin li saziyê geriyan. Jinên ku tev li bernameyê bûn govend gerandin û dirûşma “Jin jiyan Azadî” berz kirin.   Li Navenda Jiyanê ya Jinan dê atolyeya tekstîlê, atolyeya hunerên destan û çalakiyên werzîşî pêk werin. Ligel vê yekê, dê bi awayekî periyodîk xebatên atolyeyan werin lidarxistin; di vî warî de hem xebatên atolyeyê yên li ser azadkirina zayenda civakî hem jî atolyeyên hobiyê dê werin birêvebirin. Di heman demê de, di hundirê Navenda Jiyana Jinan de odeyeke taybet jî hatiye terxankirin daku jinên ku rastî tundûtûjiyê hatine bikaribin rasterast serî lê bidin û hevdîtinên xwe tê de pêk bînin. Ji bo jinên ku têne saziyê û ji qursan sûdê werdigirin, odeyeke lîstikê ya zarokan jî heye ku bikaribin zarokên xwe lê bihêlin. Li gel qursên pîşeyî, dê xebatên bilindkirina hişmendiyê jî werin meşandin.