Li Botanê rengên biharê 2026-05-07 09:03:08   Neslîhan Kardaş   ŞIRNEX- Piştî zivistana dirêj û bi baran şûnde bihar hat û li Botanê bihar wek berxwedana gel ji nû ve zindî bû.   Li Kurditasnê piştî zivistanên hişk û bi serma,  bi hatina biharê re xweza ji nû ve zindî bû. Bihara ku li axa qedîm a Kurdistanê ji nû ve zindî bû, wek bandora têkoşîna gelê Kurd a li xwezayê ye... Îsal bihar wek çîrokeke ku tevî hemû zor û zehmetiyan çîrokek ku dest ji têkoşînê bernade ye, tê xuyakirin. Lİ her çar alî Kurdistanê xweza şiyar bû û li Botanê jî mirovan heyran dihêle… Li Elo Dîno ya di navbera navçeya Basa û navçeya Cizîrê ya Şirnexê de cih digire, çîroka têkoşîn, berxwedan, dîrokê jî bi bêdengî vedibêje.   Dengê çûkan   Li Elo Dîno ku dengê çûkan qet kêm nabe, bi şiyarbûna xwezayê re piştgiriyê din berxwedana xwezayê. Ji ber barana zêde ax hemû dewlemendiya xwe pêşkêşî mirovan dike. Piştî zivistana dirêj çiyan şîn bûne, daran kulîlkên rengîn vekirine li Botanê.   Xweza renga reng xemilî   Xweza bi kulîlkên rengîn, keskahiyê xemilî. Di her gavê de ax, av ji nû ve tê hîskirin û di riyan de reng û dengê çûkan tê hîskirin. Newalên ji kontarên Cudî heta Dîcleyê dirêj dibin, mirovan bi xweşikbûna xwe heyran dihêlin.  Her kulîkek wek sembola berxwdanê ye.