Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin 2026-05-13 16:00:08   NAVENDA NÛÇEYAN - 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî ya ji aliyê CDK-F’ê ve tê organîzekirin, wê di navbera 29-31’ê Gulanê de were lidarxistin. Di festîvalê de ji şanoyê bigirin heya sînema û pêşandanan wê sê rojan çanda Kurdî careke din li Parîsê were pêşkêşkirin.   Konseya Kurdên Demokratîk a Fransayê (CDK-F) wê bernameya 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî ya ku wê di navbera 29-31’ê Gulanê de li Parîsê were lidarxistin, eşkere kir.   Festîvala ku bi hevkariya Weqfa Danielle Mitterrand, Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê, 102emîn Şaredariya Parîsê, Komeleya Piştevaniyê ya Fransa-Kurdistanê, Enstituya Fikr û Lêkolînên Li Ser Kurdistanê (IREK)  û Navenda Çand û Hunera Kurdistanê hate organîzekirin, parastin û danasîna çanda Kurdî armanc dike.   Organîzator diyar dikin ku festîvala ku her sal mezin dibe roja îroyîn mezintirîn çalakiya çanda Kurdî ya li Fransayê ye.   Di çarçoveya festîvalê de wê pêşandanên gelêrî, pêşangeh, çalakiyên ji bo zarokan, şano, pêşandanên fîlman werin pêşkêşkirin.   Girtina festîvalê jî wê li gel konsereke taybet a terzên cuda yên muzîka Kurdî were kirin. Di festîvalê de hunermendên weke Işik Berfîn, Mûrad Demîr û Ûlaş Kelaşîn derkevin ser dikê.   Festîval wê 29'ê Gulanê roja Înê di saet 18.00’an de li eywana 10’emîn Şaredariya Parîsê dest pê bike. Di konsera destpêkê de wê hunermend Rûşan Fîlîztek derkeve ser dikê.   Agahiyên têkildarî bernameya festîvalê li ser rûpela çalakiyan a CDK-F’ê cih digirin.