'Perwerdeya bi zimanê dayikê bingeha avakirinê ye' 2026-05-14 15:48:30   SEMSÛR - Nivîskar Leylana Sidîq di panela bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Dayikê de axivî û got: “Perwerdeya bi zimanê dayikê, bingeha avakirinê ye.”    Komeleya Ziman û Çandê ya Feratê (Ferat-DER), bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Dayikê li Navenda Çand û Hunerê ya Abdulhamît Han a Semsûrê panel li dar xist. Gelek kes tev li panelê bûn. Li eywana panelê pankarta “Her dem Kurdî her der Kurdî” hate daliqandin.    Panel, bi moderatoriya nivîska Fatma Ehmed hate lidarxistin û nivîskar Leylana Sidîq û Azad Zal weke axêver tev li bûn. Farma Ehmedê di panelê de 15’ê Gulanê pîroz kir, îşaret bi girîngiya hebûna neteweyî ya ziman kir û xwest Kurdî belav bibe.    ‘Bi ruhê cewherî perwrde divê’    Nivîskar Leylana Sidîq di panelê de diyar kir ku ziman ne tenê amûra perwerdeyê ye lê di heman demê de çand, huner û rûmeta gelekî ye. Leylana Sidîqê îşaret bi girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Perwerdeya bi zimanê dayikê, bingeha avakirinê ye. Heta ku perwerde bi zimanê dayikê nebe, neçarî têkçûnê ye. Zarokên bi zimanê dayika xwe perwerde dibin, di hemû dersên xwe de serkeftîtir dibin. Ziman, ruh e. Ji bo vê jî divê mirov bi ruhê xwe yê cewherî perwerde bibin.”    Bi domdarî Leylana Sidîqê anî ziman ku ew behsa aştiya civakî dikin lêbelê heta aştiya zimanan nebe aştiya civakî jî nabe û ev nirxandin kir: “Ziman, çavkaniya çandê ye. Gelek, bi ziman û çanda xwe pêş dikeve. Dema zimanê dayikê nebe, aîdiyeta mirov a bi jiyanê re jî qels dibe. Heta nikarî hestên xwe jî bijî. Min, fikr, raman û hestên xwe bi zimanê dayikê nivîsand. Niha jî êdî xewnên xwe bi zimanê dayikê dibînim.”    ‘Dayikên me kurdî hînî me kir’    Azad Zal jî di panelê de ev tişt anî ziman: “Heta 100 sal berê jî li Kurdistanê perwerdeya bi zimanê Kurdî hebû. Dayikan, zarokên xwe bi Kurdî perwerde dikirin. Perwerde ne tenê mufredat e. Kurdan jî mîna gelên din zarokên xwe bi zimanê xwe perwerde dikir. Lêbelê di nava 100 salên dawî de ev perwerdeya dayikên me ji destê me hate girtin. Serdestan zimanê me ji destê me girtin. Zarokên me birin dibistanên xwe û bi zimanekî din perwerde kirin.”    Panel, bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.