3 meh cezayê girtîgehê li Çaglar Demîrel hate birîn 2026-05-17 11:49:06   NAVEND NÛÇEYAN - Çaglar Demîrel ku ji ber gotina 'Birêz Ocalan' a di axaftineke xwe de bilêv kir kete ber dozê, 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn û ceza ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hate pejirandin.   Parlamentera HDP'yî ya berê Çaglar Demîrel bi hinceta ku sala 2016'an di axaftineke xwe de gotibû "Birêz Ocalan" 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn û Dadgeha Îstînafê jî ceza "li gorî hiqûqê" dît. Axaftina Çaglar Demîrel a navborî di dema wekîltiyê de hatibû kirin û hingî fezleke li hemberî wê hatibû amadekirin, piştre di sala 2022'an de ketibû ber dozê û sala 2025'an jî biryar li ser hatibû dayin. Cezayê 3 mehan ê girtîgehê ku dadgeha herêmî birî, ji aliyê dadgeheke jorîn ve hate erêkirin.   Gotina "Birêz Ocalan" a ku Çaglar Demîrel di axaftina xwe de bilêv kir, weke "pesnê sûc û sûcdariyê daye" hate pênasekirin û li Dadgeha Cezaya Asliye ya 27'emîn a Antalyayê hate darizandin. Çaglar Demîrel ku di darizandinê de parastina xwe kir, anî ziman ku axaftina wê ji bo balkişandina li ser aştî û diyalogê bû, lewma sûc nebû.   Heyeta Dadgehê îdîa kir ku hem axaftin hem jî gotinên hatin bilêvkirin sûc e û 3 meh cezayê girtîgehê li Çaglar Demîrel birî.   Parêzeran îtiraz li biryarê kirin ku par hatibû dayin û serî li Dadgeha Îstînafê dabûn. Vê dadgeha jorîn beriya çend rojan bersiv da serlêdanê û biryara cezakirinê ya Dadgeha Cezayê Giran a Herêma Antalyayê li gorî hiqûqê dît û erê kir.   Piştî erêkirinê dosya wê bikeve rojeva Dadgeha Bilind.