Festîvala Jinan a Zîlan bi dawî bû 2026-06-20 22:04:25   NAVENDA NÛÇEYAN - 20’emîn Festîvala Jinan a  Zîlan bi beşdariya bi hezaran jinan hat lidarxistin. Di festîvala ku bi coş berdewam kir de bang hat kirin ku statûya qanûnî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê diyarkirin û gavên qanûnî bên avêtin.   20’emîn Festîvala Jinan a Zîlan bi beşdariya bi hezaran jinan bi coş hat lidarxistin. Di festîvalê de axaftin, çalakiyên çandî, stand û pêşandanên şanoyê rastî eleqeyeke mezin hatin.   Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Ayten Kaplan axaftina vekirinê ya festîvalê kir. Ayten Kaplan bal kişand ser girîngiya dîrokî ya festîvalê û diyar kir ku mîrateya berxwedanê ya ku  Zîlan hiştiye her sal tê berdewamkirin û berfirehkirin û got: “Ji bo em vê mîrateyê zindî bihêlin û têkoşîna jinan li her qadê belav bikin bi biryardarî dimeşin.”   ‘Têkoşîna me wê bidome’   Ayten Kaplan li ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî pirsgirêkên civakî, binpêkirinên mafên zarokan û pergala serdest a mêran rawestiya û wiha berdewam kir:"Demek dirêj e ku em mil bi mil li dijî avaniyên serdest ên  baviksalar û hegemonyaya mêran têdikoşin. Xebat û çalakiyên ku me heta niha pêk anîne, me karî veguherînek girîng di civakê de biafirînin. Lê têkoşîna me li vir bi dawî nebûye; bi biryardarî berdewam dike. Ji bo jin bikaribin jiyana xwe ava bikin, bi azadî bijîn û jiyana xwe biparêzin, hiha dem dema bikevin nava tevgerê ye.”   Zarok li konê Zarok MA kom bûn   Li qada festîvalê ji bo komên temenên cûda şahiyên cûrbecûr hatin lidarxistin. Konê "Zarok Ma" a ku ji bo zarokan hatibû danîn, di tevahiya roj dê çalakiyên muzîkê, lîstikên kevneşopî û hunerî hatin lidarxistin. Zarokên bi mamosteyan re hatin gel hev beşdarî heyecana festîvalê bûn. Standên ku li qada festîvalê hatine danîn ji hêla beşdaran ve rastî eleqeyek mezin hatin.   ‘Berpirsyarî li ser milê partiyên siyasiye’   Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di festîvalê de axivî û diyar kir ku Kurdên li dîasporayê ziman û çanda xwe diparêzin û got: “Gelê me yê ku 20 sal e li dîasporayê dijî, bi van festîvalan careke din bi xurtî nîşan da ku wan qet dev ji çand û zimanê xwe bernedaye û wê dev jê bernede. Em careke din bi rêzdarî bejna xwe li ber têkoşîna bi rûmet a Zîlan, Sakîne û Evrim Xelef ditewînin û diyar dikin ku em ê her tim şopînerên têkoşîna wan bin. 1.5 sal berê li ser banga birêz Ocalan PKK’ê têkoşîna çekdarî bi dawî kir û çek bêdeng kirin, lê dewletê gavek jî neavêt. Dewlet timî soz dide lê wan pêk nayne. Sal û nîveke staûya mîmarê vê pêvajoyê birêz Ocalan nehatiye diyarkirin; berevajî vê şert û mercên girtinê berdewam dikin. Banga me ji dewletê re ev e; beriya ku meclîs bikeve betlaneyê divê verastkirinên qanûnî di meclîsê de werin derxistin. Ji bo pêvajo û avakirina aştiyê divê ev qanûn werin derxistin û divê statûya qanûnî ya Birêz Ocalan were diyarkirin da ku ew bikaribe bi tevahî rola xwe bilîze."   ‘Bêyî jinan demokrasî ne pêkane’   Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtt bal kişand ser rola jinan a di pêvajoya aştî û civaka demokratîk û got:"Birêz Ocalan banga civaka demokratîk dike û herî zêde baweriya xwe bi jinan, jinên Kurd tîne. Demokrasî û aştî bêyî jinan nayên avakirin. Birêz Ocalan her tim dibêje ku divê jin pêşengiya vê pêvajoyê bikin. Birêz Ocalan li hember pirsgirêkên ku gelê Kurd li çar perçeyên Kurdistanê dijî, civaka demokratîk û çareseriyan pêşniyar dike. Divê gelê Kurd li dijî guhertinên li Rojhilata Navîn yekgirtî be. Di dema êrîşên li ser Rojava de, gelê me yekîtiya xwe bi awayê herî xurt li qadan nîşan da. Niha berpirsiyarî dikeve ser milê partiyên siyasî."   Bernameya festîvalê bi sirûdên ku ji hêla koroya zarokan ve hatine gotin dest pê kir. Di tevahiya rojê de Koroya Zarokan, Baran Bozyel, Dez Denîz, Hanî, Helbest Arî û Eylem û Def performans pêşkêş kirin. Govenda NRW’ê bi pêşandana govendê ya kevneşopî reng da festîvalê.