Ji werzişvanên DBB’ê serkeftineke giring 2026-06-24 13:08:41   AMED -Werzişvanên Klûba Atletizmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di Şampiyoniya Salonê ya U14 a Tirkiyeyê ya Aycan Onel de ku li Kutahyayê hat lidarxistin, dereceyên giring bi dest xistin. Zelal Bekmez û Furkan Allihan bûn şampiyonên Tirkiyeyê, Adar Bal jî di asta Tirkiyeyê de bû çaremîn.   Werzişvanên Klûba Atletizmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzişê de xebatên xwe dimeşînin, bi serkeftinên xwe yên di Şampiyoniya Salonê ya U14 a Tirkiyeyê ya Aycan Onel de bal kişandin ser xwe.   Di şampiyoniyê de ku di navbera 19-21ê Hezîranê de hat lidarxistin, werzişvanên ku di bin sîwana Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzişê de amadekariyên xwe dikin, di kategoriya meşê ya 2 hezar metreyî de ji bo ku pileyan bi dest bixin, bi gelek atletên ku ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê hatibûn re ketin pêşbaziyê.   Sê werzişvanan pileyên giring bi dest xistin   Piştî rûbirûbûnên dijwar, werzişvanên ku bi formaya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêşbazî kirin, pileyên giring bi dest xistin. Furkan Allihan bi pîvasiya xwe ya 10.22yan, Zelal Bekmez jî bi dereceya xwe ya 10.30î di kategoriyên xwe de bûn şampiyonên Tirkiyeyê û madalyaya zêr qezenc kirin. Adar Bal jî bi pîvasiya xwe ya 11.00an di asta Tirkiyeyê de bû çaremîn.   Antrenman dê berdewam bikin   Werzişvanên ku şampiyoniya bi serkeftî qedandin, berê xwe dan armancên nû. Werzişvanên ku ji bo pêşbaziyên li bajarên cuda amadekarî dikin, li gorî bernameya antrenmanê ya diyarkirî xebatên xwe berdewam dikin.