ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2026'AN 2026-06-25 09:00:34     *Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê ji bo ‘mîtînga azadiyê’ ya ku wê di 28’ê Hezîranê de li Qada Azadiyê pêk bê bang kirin û gotin: “Mîtîng ne tenê hevdîtinek e, berpirsyariyeke dîrokî ye.” DÎMEN HEYE    *Di demên dawî de li girtîgeha Jinan a Sîncanê întîxar û mirinên bi guman zêde dibin. Parêzer Senem Doganoglu got ku bi rêveberiyên nû yên girtîgehan re tecrîd, sirgun, sewq, giran bûne û li girtîgehan rejîmek taybet tê avakirin. DÎMEN HEYE   *ENEQERE-Ji Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Keskan Gulcan Tarkan da zanîn ku wek pêkhateyên DEM Partiyê ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd têdikoşin û wiha got: “Ger ku em bi tevgera Kurd re di riyeke wisa de aştiyê pêk neynin, em jî nikarin der barê şoreş û sosyalîzmê de veguherînekê ava bikin.” DÎMEN HEYE   * Parêzer Kardelen Taşdemîr da zanîn ku sedema tundî û qetilkirinên jinan qelsiya qanûnan nîne, pêknehatine qanûnen û got: “Divê tedbîrên parastinê bên kontrolkirin. Ne piştî qetilkirina jinan, dema ku tundî hat dîtin divê jin bên parastin.” BI DÎMEN   *Derket holê ku di rapora otopsiya Rojwelat Kizmaz ya ku bi guman jiyana xwe ji dest da, di mînaka neynûkê de di asta kêm de DNA’ya mêr hatiye tespîtkirin.DÎMEN HEYE