Sebahat Tuncel: Deriyên Îmraliyê wê gel vebike 2026-06-27 18:00:14   WAN- Li Wanê "Mîtînga Azadiyê" bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad ber bi civaka demokratîk ve” hat lidarxistin. Aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel di ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Wanê de axivî û wiha got: “Em li vir ji bo serok Apo azadiyê dixwazin. Lê dewlet feraseta xwe naguhere. Deriyên Îmraliyê ne dewlet wê gel vebike. Ji bo vê divê em têbikoşin. Azadiya Birêz Ocalan azadiya gel e.”   Ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi dirûşmeya ‘Bi Serokatiya Azad berbi Civaka Demokratîk’ li qada Newrozê ya Wanê bi tevlibûna dehezaran kesî mîtîng pêk hat. Mîtîng bi rêzgirtinê destpê kir û bi hezaran kesî sirûda ‘çerxa şoreşê’ xwendin. Piştî rêzgirtinê bi sedhezaran kesî  azadiya fîzîkî ya Ocalan  qêriya. Endamên Komîteya Tertîk Elîf Şeker, ji bo tevlibûna gel spasî kir.   ‘Rêberê gelekî ne azad be ew gel jî ne azad e’   Piştre aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel axivî û got: “Em  ji bo dengê xwe bigihînin serok Apo hatin vir.Dema hevdîtinan destpê kir heyetê ji Rêber Apo re gotibû ‘cian, jin, gelê me azadiya we dixwaze.’  Rêber Apo jî gotibû ‘Em ê bi hev re azad bin’. Em ê bi hev re azad bin. Rêberê gelekî ne azad be ew gel jî ne azade. Li vî welatî aştiyeke rastîn ancax bi wekheviya her dua liyan bi azadiyê pêkane.Dewletê her tim yek alî ji rayagiştî ya Tirkiyeyê re pêvajo bi gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ vegot. Lê Birêz Ocalan tenê ji ser heyetan bi sînor axivî û ev pêvajo wek Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ bin av kir û wek destpêka jiyan nû dît. Em ji vir ji bo wî spasiya xwe dikin.”   ‘Azadiya Birêz Ocalan azadiya Kurdistanê ye’   Sebahat Tuncel daxuyakirin ku Kurdan bedenên mezin dane û wiha bi lêv kir: “Me di 50 salî de bedelên mezin dan. Me êşên mezin kişandin. Lê me serî netewand. Me berxweda û em biser ketin. Rêberê Gelê Kurd bang  dike. Ji gelê Kurd û jinan re dibêje ku ‘Min danasîn temam kir niha dema azadiyê ye’. Em ji vir ji bo Serok Apo azadiyê dixwazin. Lê dewlet hîna feraseta xwenagiuhere. Deriyên Îmraliyê ne dewlet wÊ gel vebike.Divê em ji bo vê têbikşoin. Azadiya Biarêz Ocalan azadiya hemû gelê Kurd û Kurdsitanê ye. Gelên Tirkiyeyê jî aştiyê dixwazin. Ew jî azadiyê dixwazin.  Silav ji bo têkoşîna aştiyê ya gelên Tirkiyeyê re.”   ‘Yekitiya neteweyî pêk bînin’   Pişte Keskîn Bayindir derket ser dikê û bertek nîşanî daxwaza 112 kesên Tirk yên naxwazin mitîng bên lidarxistin. Keskîn Bayindir bang li netewperestên Tirk kir û got: “Wê gelê Kurd dê bigihije maf û heqên xwe. Em ji gelê Kurd re jî bang dikin ku ne tirsin Rêber Ocalan û Tevgera Azadiyê heye, em dê bigihijin mafên xwe. Ev laçika sipî dayikeke şehîdan da min û em dixwazin ev laçik bibe sedema aştiyê. Em bang li Serok Apo jî dikin ku heta dawiyê em dê ji bo azadiya te têbikoşin. Me pêvajo bi kedek mezin heta vir anî. Em dê dawiyê de bigihijin statu û mafên xwe. Xwestin meseleya Kurd bi kuştin û qetliaman çareser bikin, lê êdî Kurd ne ew Kurd e ku serî li ber we bitewîne. Êdî Kurdan hewceyî tu kesî nîne, Kurd dikarin xwe bi rê ve bibin. Lewma divê em jî di vê pêvajoyê de erka xwe bi cîh bînin û yekitiya xwe neteweyî pêk bînin. Em dê bi rêxistin û tifaqa xwe gav bi dewletê bidin avêtin. Lewma netirsin, em bi xwe bawer in. Ev pêvajo pira siratê ye û em dê bi hev re vê pirê derbas bibin.”   ‘Nêzikatiya li dijî Ocalan nêzikatiya li dijî pêvajoyê ye’   Keskîn Bayindir bi domdarî wiha got: “Azadiya Rêber Ocalan azadiya Kurdan e. Lewma em dibêjin ‘Ji rêber Ocalan re azadî’. Em dizanin ku di vê pêvajoyê de nêzikatiya dewletê ya li dijî Rêber Ocalan nêzikatiya li dijî pêvajoyê ye. Ne ku em baweriya  xwe bi dewletê bînin, em bi xwe bawerin. Kesên ku li ser navê axatî û rûspitiyê bi çekên dewletê li ser gel û malbatên me zilm dike, hezar car jî bibêjin ‘Em ne Kurd in’, xelasbûn ji we re nîne. Hûn Kurd in û hûnê her Kurd bin. Em bang li we dikin, vegerin li ser xeta welatparêziyê û Kurdewariyê. Em bixebitin heta azadiya Rêber Ocalan û Kurdistan.”