Mîtînga Mersînê:Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar be 2026-06-27 18:05:25 (konu yok) Gelen Kutusu   MERSÎN- Di ‘Mîtînga Azadiyê’ ya Mersînê de hevseroka giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari axivî û got: “Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar be.” Ji Sekreterya Îmraliyê Çetîn Arkaş jî got: “Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan. Hewce bike em ê dest ji her tiştî berdin lê em tu carê dest ji Rêber Apo bernadin.”   Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Mersînê bi dirûşmeya ‘Bi serokatiya Azad berbi Civaka Demorkatîk’ li Parka Mîllet mîtîng pêk hat. Di mîtîngê de ji sekreterya Îmraliyê Çetîn Arkaş axivî. Çetîn Arkaş bi dirûmeyan derket ser dîkê û bi bîranîna lîstikvan Kadîr Înanir ku jiyana xwe ji dest da dest bi axaftina xwe kir.    ‘Em ê birînan bi hev re bikewînin’   Çetîn Arkaş gelê Çukurovayê li ser navê Abdullah Ocalan silav kir û got: “Gelê Çukurovayê her tim ji bo aştiyê jiyaye.Em bi wekheviya gelan ji dil bawerin. Em rastî zilmê bên fatureya wê ligel nabirin. Komar bi înkarkirina Kurdan hat avakirin. Vê înkarê komar seqet hişt. Niha divê ev kêmasî ji holê bê rakirin. Ji şer re êdî na. Pirsgrêk yek alî çareser nabe. Divê li hember hemû xesasiyetan heman rêzdarî bê nîşandan. Bila kes şer ji me venebêje; ji xwe em ji nav şer hatine. Em ê ji birînên xwe hêzê bigirn. Em ê birînan bi hev re bikewînin.”   ‘Em dest ji azadiya Rêber Apo bernadin’   Çetîn Arkaş daxuyakirin ku rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û  wiha domand: “Divê dewlet vê rastiyê baş bizanibe. Yekitiya Kurdan nayê wateya ku sînor diguherin. Divê gelê Kurd esas bê girtin. Ji bo pêşeroja zarokên xwe divê em aştiyê ava dikin. 45 roje kes binikare bi Rêber Apo re hevdîtinê bike? Çima? Çima ve tê kirin?bi tehdîdkirina Rêber Apo pêvajo nikare bê meşandin. Divê Rêber Apo azad bê berdan.   ‘Em ê bi hev re pêşwazî bikin’   Çetîn Arkaş wiha got: “Em dest ji têkoşîna aştî û azadiyê bernadin. Em ê Rêber Apo li Çukurvaoyê bi hev re pêşwazî bikin. Me tu carê ji vî gelî re derew negotine. Kurd ne bê alternatîfin. Em ketin vê rê, em ê bi ser kevin. Em ê li Çukurovayê bi hev re Rêber Apo pêşwazî bikin.”   Piştî axaftina Çetîn Arkaş ji axaftinên Abdullah Ocalan vîdeo hat nîşandan.   Piştî vîdeoyê hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari axivî. Tulay Hatîmogullari gireya ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan qad tije kiribû silav kir û wiha got: “Ya herî baş aştiyê fêm dike, esas gire, gel û bawerî lê dijîn û pira navbera gelan de ava dike Çukurovaye. Li vir Kurd, Ereb, Ermenî û Roman li heman taxê ligel hev dijîn.”   ‘Em qanûnê dipên’   Tulay Hatîmogullari da zanîn ku niha li Wanê jî mîtînga azadiyê pêk tê û wiha pê d eçû: “Li Wanê jî gelê Serhedê kom bûye. Ji bo aştî û azadiya Abdullah Ocalan kom bûne. Em dixwazin ku ev pêvajo bi aştiyê tacîdar bin. Divê demildest guherîna veguherîna demorkatîk pêk bê. Em bi vê esasê ligel hev in.  Bi banga Birêz Ocalan re li Tirkiyeyê pêvajoyek dîrokî dest pê kir. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Piştî pêvajoyê me dipa ku pêvajo bil ez bimeşe. Em hêvî, fikar û pirsên gelê xwe yê li vê qadê li ser ekranên televîzyonan ji dil dizanin û hîs dikin. Em bi van hest û fikran pêvajoyê bi hev re dibin. Hîna qanûnek nehatiye. Em wek gelê Kurd û Tirk hemû Hêzên demokrasiyê bi hev re vê qanûnê dipên.”   Em bi hev re biqîrin   Tulay Hatîmogullari di axaftina xwe de da zanîn ku divê daxwaza aştiyê ne tenê daxwaza Kurdan be û wiha got: “Fêdeya aştiyê tenê ji gelê Kurd re tuneye. Aştî ji bo hemû gelên Tirkiyeyê pêwiste. Wê jiyan hemû gelan hêsan bike, pêşiya demokrasiyê vebike. Ji ber vê jî divê em hemû bi hev re aştiyê biqîrin.Em soz didin ku em ê komara demokratîk bi hev re ava bikin. Bila ji vir çepikek xurt, tilîliyek xurt biçe Îmraliyê. Bila çepikek xurt biçe Îmraliyê. Aştî tê wateya rêxistinkirina aştiyê. Em ê jî rêxistinkirina aştiyê bi biryar bidomînin.”   Piştî axaftina Tulay Hatîmogullari hunermend Ronî Artîn û Arhat derketin ser dîkê.