Karta SÎM a telefona Gulîstan Doku piştî mirina wê hatiye bikaranîn 2026-07-09 09:55:40   Şehriban Aslan   AMED - Li gorî Rapora Buroya Krîmînal a Buroya Neteweyî , piştî ku karta SÎM a telefona Gulîstan Doku wînda bûye di telefoneke bi heman modelê de hatiye bikaranîn. Herwiha guhertinên ku di hesabê înstagram ên Gulîstanê de hatine kirin jî hatin belgekirin.   Derbarê xwendekara Zanîngeha Munzurê ya li Dêrsimê Gulîstan Doku ku di 5'ê Çileya 2020'an de winda de bi salan tu agahî derbarê windabûna wê de nehatin bidestxistin. Piştî şeş salan, di çarçoveya operasyoneke têkildarî doza Gulistanê de, çend kes hatin girtin; di nav wan de bi taybetî Waliyê wê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel û kurê wî Mustafa Türkay Sonel, herwiha Serbijîjkê wê demê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê Çağdaş Özdemir hebûn. Daxuyaniyên piştî van girtinan hatin dayîn, derbarê tiştên ku bi serê Gulîstan Doku de hatine agahiyên girîng eşkere kirin. Vekolîna li ser dosya û agahiyên derketine holê nîşan didin ka çawa destwerdan li delîlên têkildarî bûyerê hatiye kirin.   Raporeke berê eşkere kiribû ku Tuncay Sonel karta SIM'ê ya Gulîstan Doku bi dest xistiye; ji bo veşartina wê rastiyê ku ew kart di destê wî de bûye û wî destwerdan li delîlan kiriye, wî malbat araste kiribû ku di 6'ê Sibata 2020'an de serlêdanekê pêşkêşî Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê bikin û tê de diyar bikin ku wan kart bi dilxwazî ??radest kiriye. Agahiyên din ên ku derketin holê nîşan dan ku Sonel bi vê tevgerê hewl daye wisa nîşan bide ku kart qet di destê wî de nebûye û tu têkiliya wî bi bûyerê re tune ye.   Eşkerekirina bi rêya rapora Buroya Krîmînan a Neteweyî   Me ew rapora ku ji aliyê Buroya Krimînal a Netewyî  derbarê karta SIM'ê ya Gulistan Dokuyê de hatibû amadekirin, bi dest xist. Rapo bi hûrgilîkirina rewşa windabûna Gulîstanê dest pê dike.    Piştî kuştina Gulîstanê Karta telefona wê ya SÎM hatiye bikaranîn   Di raporê de hat gotin: "Hat tespîtkirin ku di 8'ê Çileya 2020'an de, di saetên 18 -17 û 18 ango piştî windabûna Gulistan Doku bi rêya wê karta SIM'ê ya ku tê zanîn beriya windabûnê di destê wê de bûye, ji amûreke heman modelê têketin hatiye kirin.û di 8'ê Çileya 2020'an de hin hesabên bikarhênerên Instagramê ji hesabê Gulîstanê hatine astengkirin. Ev rewş wê rastiyê eşkere dike ku li ser hesabê Instagramê yê Gülistan Doku guhertin hatine kirin, bêyî ku were zanîn ka ew sax e yan na."