Li Peyasê coşa havînê didome 2026-07-10 09:58:23   AMED - Şaredariya Peyasê di dema havînê de bi projeyên curbecur derî li hemû tax û gundên navçeyê vedike. Di vê çarçoveyê de hem ji bo zarokan “Şahiya Sporê” hate lidarxistin hem jî di bin sîwana “Hevdîtinên Peyasê” de pirsgirêkên gundiyan li cih hatin guhdar kirin.   Şaredariya Peyasê xebatên xwe yên çandî û civakî bê navber didomîne. Gerînendetiya Xizmetên Ji Bo Ciwan û Sporê ya Şaredariyê bi hevkariya platforma “Em Ji Bo Siberojê Li Vir In”, “2’emîn Şahiya Sporê ya Zarokan” li dar xist. Her wiha di heman demê de, şaredariyê di çarçoveya “1’emîn Hevdîtinên Peyasê” de berê xwe da gundan û vê hefteyê li gundê Gozeliyê bi gel re hat cem hev.   Di her du bernameyên ku li Taxa Peyasê û Gundê Gozeliyê hatin lidarxistin de, Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dûndar, Endamên Meclîsa Şaredariyê û Alîkarên Hevşaredaran beşdar bûn û bi beşdariyeke mezin a gel re li pey xwe hişt.   Taxa Peyasê ji bo zarokan bû qada azad   “2’emîn Şahiya Sporê ya Zarokan” a ku li Taxa Peyasê pêk hat, bû qada dîmenên pir rengîn û bi coş. Ji dîwarê rapelikînê yê nepoxî heta trambolînê, ji potayên basketbolê heta lîstikên hiş û jêhatîbûnê gelek aktîvîteyên curbecur ji bo zarokan hatin amadekirin. Zarokan di vê şahiyê de hem spor kirin hem jî di nav şadî û coşê de demeke xweş derbas kirin.   Organîzetorên şahiyê destnîşan kirin ku armanca wan a sereke ew e ku zarok li her taxê bigihêjin qadên jiyanê yên wisa ku karibin bi awayekî azad xwe îfade bikin, lîstikan bilîzin û sporê bikin. Hat diyarkirin ku ev qadên şahiyê dê hê bêtir bên mezinkirin û li qadên cihê cihê bêne darxistin.   Rawestgeha “Hevdîtinên Peyasê" ya vê heftê Gundê Gozeliyê bû.   Şaredariyê tenê bi navenda navçeyê sînordar nema û di çarçoveya “1’emîn Hevdîtinên Peyasê” de ku wê li 26 cihên cuda bê lidarxistin, vê hefteyê li Gundê Gozeliyê bi gel re hevdîtin pêk anî. Ev xebat bi beşdariya gelek gerînendetiyên şaredariyê bi awayekî piralî tê meşandin.   Di vê hevdîtina li gund de ji bo zarokan parkûra lîstikê, çalakiyên sporê û aktîvîteyên curbecur, Ji bo jinan atolyeyên taybet ên perwerde û geşedanê, di warê tendurustiyê de kontrolên giştî yên bêpere hate kirin û ji bo welatiyan jî xizmeta lênihêrtina şexsî hate pêşkêşkirin.   Di dema şahî û hevdîtina li Gundê Gozeliyê de, rêveberiya şaredariyê guh da daxwaz, pêşniyaz û nêrînên gundiyan. Pirsgirêkên gund li cih hatin nirxandin û ji bo çareseriyên hevpar û lezgîn xebat hatin destpêkirin.   Xebat dê di temamê havînê de bidomin   Organîzatorên “1’emîn Hevdîtinên Peyasê”  diyar kir ku ev xebatên ku bi armanca zindîhiştina têkiliya navbera gel û şaredariyê û ji bo derxistina encamên girîng têne kirin, dê li her taxê bên belavkirin. Hat ragihandin ku dê ev hevdîtin di temamê mehên havînê de, li cih û mekanên cuda bê navber berdewam bikin.