Qonaxa herî krîtîk ên pêvajoyê 2026-07-11 16:27:53   Melek Avci    ENQERE - Di demekê de ku nîqaşên li ser "Qanûna bingehîn" di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de berdewam dikin, çavkanî destnîşan dikin ku pêşnûme dê hefteya bê li Parlamentoyê ji partiyên siyasî re werin pêşkêş kirin û ew li bendê ne ku serdana Îmraliyê pêk bê.    Her çiqas nîqaş li ser çawaniya avakirina çarçoveya qanûnê ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berdewam dikin jî, bal li ser amadekariyên ku li Parlamentoyê didomin jî ye. Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş, di daxuyaniyên xwe yên dawî de, dest nîşan kir ku rêziknameyên qanûnî yên ku werin amadekirin dê bûyerek yekcarî ya taybetî ya pêvajoyê bin û çarçove dê berfireh be.   Li gorî agahiyên ku me girt Şanda Îmraliyê sê civînên cuda bi AKP'ê re lidar xist, di heman demê de hikûmetê diyar kir, "Em li ser qanûnek berfireh dixebitin; pêşnûme dê di demek nêzîk de bi partiyên siyasî re were parvekirin."   Çavkaniyan hişyarî dan ku qanûnek ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareser neke û hemû aliyan negire nav xwe, dê pêvajoya bêçekkirinê bixe xeterê, di heman demê de aliyên peywendîdar ên di danûstandinan de van îdiayan red kirin û diyar kirin ku ew li ser rêziknameyek berfireh dixebitin.   Digel ku salvegera yekem a şewitandina çekên Koma Aştî û Civaka Demokratîk di 11'ê Tîrmehê de, lezandina amadekariyên qanûndanînê li Parlamentoyê û derketina holê ya civînek nû li Îmraliyê hefteya bê dike yek ji qonaxên herî krîtîk ên pêvajoyê.   Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, tê payîn ku pêşnûme roja Duşemê bigihîje ber destê partiyên siyasî û piştî nîqaşan, endamên Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol wê ji bo pejirandin û nîqaşkirinê pêşnûmeyê pêşkêşî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê bikin.   Çavkaniyên di nav DEM Partiyê de destnîşan dikin ku pêşnûmeqanûnek li derveyî çarçoveya danûstandinan, ne berfireh be û dikare di pêvajoyê de xetereyan biafirîne. Tevgera Azadiya Kurd di daxuyaniyên xwe de ragihandiye ku ew pêşnûmeqanûnek ku statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar nake qebûl nake û ew ê li dijî pêşnûmeqanûnek wisa helwest bigire.