Li Erxeniyê protestoya GES’ê: Em destûrê nadin 2026-07-12 17:00:04     AMED - Di çalakiya ku li dijî projeya GESê ya li gundê Malê Sala yê Erxeniya Amedê hat lidarxistin de, hat destnîşankirin ku ew ê tu carî destûrê nedin qadên wan ên jiyanê werin tunekirin.   Li gundê Malê Sala yê girêdayî navçeya Erxenî ya Amedê, li dijî projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ku tê xwestin bê çêkirin, ji aliyê gundiyan û rêxistinên ekolojiyê ve meşek hat organîzekirin. Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê, Baroya Amedê, Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî û bi sedan gundî beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankartên ‘Xwezaya me xwebûna me ye, em dev jê bernadin’, ‘Ji talanê re na, ji xwezayê re erê’ û dowîzên ‘Dest nede av û axa me’, ‘Ne li xwezayê ji talanê re bisekin e’ hatin hilgirtin. Meşa ku ji ketina gund heta qada gund dom kir de, pir caran dirûşmeyên ‘Em ê bi berxwedanê bi ser kevin’, ‘Bijî berxwedana xwezayê’ û ‘Ji GESê re na’ hatin berzkirin.   Ji gundiyan Rifat Încî yê ku metna daxuyaniyê xwend, diyar kir ku proje zirarê dide xweza û tenduristiyê û wiha got: “Projeya GESê ya li gundê me bandoreke neyînî li kalîteya hewayê dike. Zirarê dide çavkaniyên avê û axê û wan dixe xetereyê. Di bikaranîna panelan de metalên giran tên bikaranîn. Beşek ji van Amûran madeyên kanserojen dihewînin. Ji bo tenduristiya mirovan rîskek mezin çêdike. Di panelên rojê de madeyên zirar ên wekî lîb (kurşun), sifir, zîv, galyum, kadmiyum tellûrid, kadmiyum sûlfid, polyvinûl florûr, selenyum, arsenit û di sîlîkona krîstal de jî silikon tetraklorûr hene. Em ê tu carî destûrê nedin axa me bi jehrî bibe û çandinî û sewalkarî bi dawî bibe.”   Destûr nayê dayîn   Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Arzak Bayar jî destnîşan kir ku ew ê bi tu awayî destûrê nedin ji talanê re û ev tişt anî ziman: “Ev proje ji bo talankirina mêrgên me tên xistin meriyetê. Em ê ligel gundiyan li dijî van li ber xwe bidin. Em ê pêşeroja zarokên xwe nekin qurbana însafê van talankeran. Em ê tu carî destûrê nedin projeyên bi vî rengî. Em ê ligel gundê xwe li ber xwe bidin. Em ê li dijî zirarên ku didin xwezaya navçeya me bisekinin. Ez bang li gelê me dikim ku di nav yekîtiyê de li ber xwe bidin. Mêrg ên me ne û yê me bimînin.”   Çalakî bi çepikan bi dawî bû.