Pervîn Buldan: Em ji bo hevdîtinê li bendê agahiyê ne 2026-07-15 19:10:57   ENQERE - Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê Pervîn Buldan ji bo hevdîtina bi Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş û Wekîlê Serokê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala diyar kir ku ew li benda hevdîtinê ne.   Endamên Heyeta DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mithat Sancar tê payin îro li meclisê bi Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş û Wekîlê Serokê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala re hevdîtinê bikin. Pervîn Buldan ku li meclisê pirsên rojnamegeran bersivand diyar kir ku ew li meclisê benda hevdîtinê ne û kengî bang li wan bikin dê biçin hevdîtinê. Her wiha agahî hat dayin ku dibe ku ji ber kar û barên meclisê hevdîtin ji sibê re bimînê.