Li Kongoyê Ebola belav dibe 2026-07-21 16:24:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kongoyê bi belavbûna cureyê kêmpeyda yê Ebolayê hejmara miriyan gihîşt 930’î û ji ber alozî û pirsgirêkên ewlehiyê kontrolkirina şewbê dijwartir dibe.   Li Komara Demokratîk a Kongoyê, belavbûna Şewba Ebolayê berdewam dike. Ev yek xetereyên tenduristiyê zêde dike û kontrolkirina şewbê dijwartir dike.   Wezareta Tenduristiyê ya Komara Demokratîk a Kongoyê, îro ragihand ku di 24 demjimêrên dawî de 37 kesên din ji ber Ebolayê jiyana xwe ji dest dane û bi vî awayî hejmara giştî ya kesên jiyana xwe ji dest dan bû 930. Heta îro 2 hezar û 344 bûyerên şewba Ebolayê hatiya piştrastkirin hate tesbît kirin.   Wezaretê, diyar kir şewba ku ji 15’ê Gulanê û vir ve li rojhilatê welat berdewam dike, pêla Ebolayê ya herî zû belav dibe ye û vîrus aydê cureyê kêmpeyda yê bi navê “Bundibugyo” ye ku heta niha tu dermankirin an dermanekî pejirandî ji bo wê tune ye.   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi taybetî li parêzgeha Iturî ya pirsgirêkên ewlehiyê mudaxeleyê dijwar dike, kontrolkirina şewbê dijwar re û hate ragihandin ku 36 xebatkarên tenduristiyê ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane.   Her wiha Wezaretê, ragihand ku dermankirina 724 nexweşan li navendên îzolasyon û nexweşxaneyan didome û di 24 saetên dawî de jî 22 kes baş bûne.