Li Peyasê 2 hezar û 120 ciwan bûn xwedî derfetên sporê 2026-07-23 11:55:37   AMED - Şaredariya Peyasê bi kursên havînê yên belaş piştgiriyê dide pêşketina ciwanan û 2 hezar û 120 kes tevlî van kursan bûn.   Kursên sporê yên havînê yên bêpere ku ji aliyê Gerînendetiya Xizmetên Ji Bo Ciwan û Sporê ya Şaredariya Peyasê û Klûba Oz Kayapınar Sporê ve tên organîzekirin, îsal jî rastî eleqeyeke mezin hatin. Di çarçoveya van xebatan de ku ligel kursên avjenî û perwerdehiya bedenî têne meşandin, îsal bi giştî 2 hezar û 120 serlêdan hatin wergirtin.   Ji bo zarokan bernameyeke têrtijî   Perwerde ji bo zarok û ciwanên di navbera 7-14 salî de têne dayîn. Dersên fêrkirina basketbol, voleybol, futbol û tenîsê hefteyê şeş rojan, di navbera saet 18:00 û 21:00an de ji aliyê xebatkarên pispor ve tên meşandin. Van xebatan li Kompleksa Sporê ya 500 Evlerê, Parka Sporê ya Şaredariyê û Parka 75an têne berdewam kirin.   'Em dê piştgiriyê bidin siberoja ciwanên xwe'   Di daxuyaniya ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku armanca wan a sereke piştgirîdana siberoja ciwanan e. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:“Mebesta me ya ewilî ew e ku em piştgiriyê bidin wan ciwanên ku beşdarî kursan bûne û serkeftinê bi dest xistine. Li ser daxwaza malbatên wan, em hewl didin bi alîkariya klûba xwe ya sporê xebatên wan berfirehtir bikin û di rêya sporê de rê li ber siberoja wan vekin.”