Pênc sal di ser komkujiya malbata Dedeogullari re derbas bûn: Edalet pêk nehat 2026-07-30 09:02:03   KONYA – Pênc sal di ser komkujiya li hemberî malbata Dedeogulari re derbas bûn ku heft kesên di  nav wan da 4 jin hebün hatin qetilkirin.  Digel ku nebûna tedbîrên parastinê yên pêwîst piştî êrîşeke nijadperest a destpêkê rê li ber komkujiyê vekiribû, kesên ku bûn sedema wê tundiyê di dozê de beraet kirin. Malbat, piştî ku rêyên yasayî yên navxweyî bi dawî anîn, niha amadekariyan dike ku doza xwe ya lêgerîna edaletê bibe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).   Malbata Dedeogullari ku ji Qersê koçî navçeya Meram a Konyayê kiribû, di 12’ê Gulana 2021’ê de rastî êrîşa komeke nijadperest a nêzîkî 60 kesî ji malbatên Keleş û Çalik hat; kesên êrîşkar digotin: "Em ulkucu ne; em ê nehêlin hûn li vir bijîn." Di êrîşê de şeş endamên malbatê birîndar bûn. Piştî bûyerê, Ali Keleş, Ayşe Keleş, Yahya Çalik, Lutfî Keleş, Şerîfe Çalik û Velî Keleş hatin girtin, lê gumanbarên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Paşê, Ayşe Keleş û Şerîfe Çalik ên girtîbûn, hatin berdan. Piştî vê êrîşê ne tedbîrên parastinê yên pêwîst hatin girtin û ne jî lêkolîneke bi bandor hate kirin.   Ji bo êrîşkaran biryara parastinê hate derxistin   Parêzerê malbatê, Abdurrahman Karabulut, di 17’ê Hezîranê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Konyayê da û daxwaz kir ku lêkolîn were berfirehkirin û kesên din ên ku tevlî êrîşê bûne werin tespîtkirin. Wî xwest ku ew kes bi tawanbariyê "hewldana kuştina bi qestî ", "birîndarkirina bi qestî ", "binpêkirina pîroziya malê " û "gefxwarin û têkdana aramî û aştiya kesan" werin girtin. Lêbelê, tevî serlêdana parêzer, Ayşe Keleş û Şerîfe Çalik di nirxandina rewşa girtiyan a meha Hezîranê de hatin berdan. Di dosyeya dozê de tenê çar girtî mane. Wekî din, ji bo deh kesên ku wekî sûcdarên dozê hatibûn tespîtkirin, biryarên parastinê hatin derxistin. Digel ku biryarên parastinê ji bo êrîşkaran hatin derxistin, ji bo malbata Dedeoğulları ya ku rastî êrîşê hatibû, ti tedbîrên parastinê yên bi bandor nehatin girtin.   Zemîna êrîşa duyemîn hatibû amadekirin   Ji ber ku piştî êrîşa destpêkê tedbîrên parastinê yên pêwîst nehatin girtin, êrîşkar Mehmet Altun di 30’ê Tîrmeha 2021’ê de avêt ser mala Yaşar Dedeogullari û bi çekê heft kes kuştin. Di êrîşê de Yaşar Dedeogullari, hevjîna wî Îpek Dedeogullari û zarokên wan Serap, Serpîl, Sîbel, Metîn û Bariş Dedeogullari jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên heft endamên malbatê li Goristana Saraçoglu ya li navçeya Karatayê hatin veşartin.   Komkujî bi kamerayê hat qeydkirin   Dîmenên kamerayê eşkere kirin ku Mehmet Altun bîst deqeyan beriya pêkanîna komkujiyê bi Yaşar Dedeogulları re axivîbû; ew hejdeh deqeyan şûnda vegeriya malê, bi çekeke ku ji çenteyê xwe derxistibû endamên malbatê kirin hedef, li ser kesên birîndar ên li erdê ketibûn dîsa gule reşandin û di dawiyê de, beriya ku bireve, agir berda malê. Piştî bûyerê, Mehmet Altun li taxa Uçpınar a navçeya Bozkırê hat binçavkirin û piştre di 4’ê Tebaxê de hat girtin. Piştî komkujiyêku ji ber negirtina tedbîrên pêwîst tevî gilî û gazinên malbata Dedeogullari derbarê êrîşa nijadperest a berê de, bû sedema berteka raya gişt û Midûrê Emniyetê ê Meramê ji peywira xwe hat dûrxistin.   Flamayên nijadperestiyê li ber çav nehatin girtin   8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê îdianameya derbarê êrîşa 12’ê Gulanê de qebûl kir ü  4’emin Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê ji îdianameya derbarê komkujiyê de qebûl kir. Her çend parêzeran bi berdewamî daxwaza yekkirina dosyaya doza komkujiyê bi dosyaya doza êrîşa nijadperestî kirin jî dosya nehatin yekkirin. Di îdianameyan de, flamayen nijadperest nehatin berçavgirtin, û komkujî wekî "şerekî takakes derketiye" hate binavkirin.   Hewldanên veşartina komkujiyê bi gotinên ‘dijminatiyê’   Derbarê binavkirina komkujiyê wekî "dijminatiyê" ji hêla rayedarên darazê yên wê demê ve, Seher Yakut  xwişka Îpek Dedeogullari ya kuştî  tekez kir ku bûyer êrîşek nijadperest bû. Di berteka xwe ya li hember vegotina "dijminatiyê" de, wê got, "Ew ketin malê û komkujiyek kirin ji ber ku ji Kurdan hez nakin. Em Kurd in."   Berî rûniştina yekem tenê kesek di bin çavdêriyê de ma   Di lêpirsîna piştî komkujiyê de, 13 kes  di nav de sê endamên malbata sûcdar  hatin binçavkirin. Ji 14 kesên ku di lêpirsînê de hatine binçavkirin, 10 kes hatin girtin. Her çend ji bo 10 kesan bi tawanbariya "kuştina bi zanebûn" biryara girtinê hatibû dayîn jî çar kes bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Di nav kesên ku di destpêkê de hatibûn girtin de Ayşe Keleş jî hebû,ku ew jî di 13’ê Gulanê de piştî êrîşa nijadperest ya li dijî malbata Dedeogullari ya di 12’ê Gulanê de hatibû binçavkirin. Beriya rûniştina yekem a dozê ya 14’ê Kanûna 2021’ê, sûcdar  ku bi tawanbariya"tehrîkkirin û kuştina bi zanebûn" dihatin darizandin  ji girtîgehê hatin berdan. Beriya rûniştina yekem a 14’ê Kanûnö a 2021’an, sûcdar Mehmet Altun tenê kesê ku di dosyeya dozê de girtî mabû bû.   Tawanbar dema ku reviyabû, bi hêzên ewlehiyê re têkilî danîbû   Di pêvajoya dadgehkirinê de, delîl derketin holê ku nîşan didan komkujî ji ber îhmalkariya saziyên giştî û tevlêbûna gelek kesan pêk hatiye. Hat eşkerekirin ku tomara kameraya ewlehiyê ya du-xulekî ya roja bûyerê hatiye jêbirin, û analîzên hesabên bankê û tomarên HTS (hûrgiliyên telefonê) di dosyeya dozê de cih negirtine. Axaftineke telefonê ya nêzîkî 45 xulekan —ku di navbera tawanbar Mehmet Altun û Midûriyeta Şaxa Ewlehiya Giştî de di dema reviyabûna wî de (2ê Tebaxa 2021ê) pêk hatibû— tenê piştî 15 mehan li dosyeyê hat zêdekirin. Lêbelê, tenê 12 rûpelên vê axaftinê hatin nivîsandin; nêzîkî 30 xulekên mayî, bi hinceta ku nayên nivîsandin, ji dosyeyê hatin derxistin. Di axaftina tomarkirî de, gotinên polîsan ên ji bo Mehmet Altun —wekî "lawê min ê wêrek", "birayê min, em dizanin te çima ev yek kir, em te fêm dikin û em dizanin ew çawa mirov in"— bala taybet kişandin. Berê, tomarên serdanên girtîgehê yên têkildarî êrîşa destpêkê eşkere kiribûn ku dozger ji wan neh kesên girtî re gotibû: "Bila du kes sûcê li ser xwe bigirin, yên mayî dê werin berdan."   Teşwîqker hatin beraetkirin   Di dawiya dadgehkirinê de, dadgehê ji bo sûcê "kuştina bi qestî û bi plan a heft kesan bi niyeteke hovane", Mehmet Altun mehkûmî heft cezayên girtîgehê yên heta-hetayê yên giran kir. Dadgehê hemû tawanbarên din endamên malbatên Keleş û Çalı  ku bi tohmeta teşwîqkirina sûc hatibûn dadgehkirin, beraet kirin. Digel ku Dadgeha Bilind cezayê li Mehmet Altun hatibû birîn pesend kir, lê hemû serlêdanên îtirazê yên têkildarî teşwîqkeran û paşxaneya komkujiyê red kir. Rêyên hiqûqî yên navxweyî bi dawî bûn; dozê dê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME)   Çetîn Dedeoglullari, endamê malbatê yê tekane yê sax mayî û parêzerê wî diyar kirin ku doz tenê li ser kesekî hatiye barkirin û bi vî awayî rola teşwîqkeran û veşartina delîlan hatiye tarîkirin. Piştî bidawîbûna rêyên hiqûqî yên navxweyî, parêzerên malbatê ragihandin ku ew ê dozê bibin dadgehên navneteweyî ya Mafên mirovan (DMME).   Danişîna doza têkildarî jêbirina qeydan hate taloqkirin   Li Dadgeha Îdarî ya Duyemîn a Konyayê, derbarê doza tazmînatê ya ku ji aliyê Çetin Dedeoğulları —endamê tenê yê saxmayî yê malbata Dedeoğulları— û parêzerên wî ve hatibû vekirin de danişînek pêk hat. Di dozê de îdîaya xemsariya mezin a îdarî tê kirin; bi taybetî bal tê kişandin ser wê yekê ku dîmenên kamerayê û tomarên dengî yên têkildarî komkujiyê, ji aliyê polîs û Wezareta Karên Hundir ve hatine jêbirin an jî guhertin. Herçend Wezareta Karên Hundir û Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê daxwaza redkirina dozê kirin jî, danişîn heta derketina biryareke dawî hate taloqkirin.   Têkoşîna ji bo edaletê berdewam dike   Pênc sal di ser komkujiya li ser heft endamên malbata Dedeoğulları re derbas bûn ku çar ji wan jin bûn. Xemsariya hêzên ewlehiyê bi taybetî negirtina tedbîrên pêwîst piştî êrîşa destpêkê rê li ber komkujiyê vekir. Hikûmetê, bi rêya wê rewşa siyasî ya ku wê demê afirandibû, nijadperestiya li dijî kurdan gur kir. Ev çanda bêcezahiştinê bû sedem ku 12 ji wan 13 kesên di pêvajoya lêpirsînê de hatibûn girtin, hêj berî danişîna yekem pêk were, hêdî hêdî werin berdan; bi vî awayî doz tenê bi yek sûcdarê girtî berdewam kir. Herçend hewl hatin dayîn ku bi rêya pêvajoya darazê komkujî were veşartin jî, têkoşîna ji bo edaletÊ berdewam dike.