YPJ: Em ê bibin îradeya gelê xwe yê Êzidî yê berxwedêr 2026-08-03 13:52:10   NAVENDA NÛÇEYAN -Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi wesîleya salvegera 12’an a Qirkirina Şengalê daxuyanî da û got, “Em ê tevahiya piştgiriya xwe ya exlaqî û mirovî bixin meriyetê û bibin deng û îradeya gelê xwe yê Êzidî yê berxwedêr.”   Fermandariya Giştî ya YPJ’ê li ser malpera xwe bi boneya salvegera 12’an a Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve wek qirkirineke sîstematîk li dijî civaka Êzidî ya Şengalê pêk hat, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:   “Di kesayeta şehîdên fermana dawîn de, em hemû cangoriyên ku li dijî hovîtiyê bedena xwe kir mertal bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînin. Birîna kûr a ku li dil û hişmendiya gelê me yê Şengalê hatiye vekirin, tenê bi bilindkirina asta têkoşînê, avakirina xweseriyê û birêxistinbûna civakî dikare bê pêçan.   Çeteyên hov ên DAÎŞ’ê, bi piştgirî û plansaziya dewleta Tirk a dagirker, hewl da qirkirina ku li ser civaka me ya Êzidî ya resen a Şengalê dabûn destpêkirin, bixin qonaxa qirkirina giştî ya li dijî tevahiya gelê Kurd.   Ji bo pêkanîna vê stratejiya tarî, ji Kobanê heya Şengal û Mexmûrê, êrişên herî hovane û qirêj birin ser jin, zarok û kalên me. Hêzên mîna PDK’ê ku beriya niha doza parastinê dikirin, di wê kêliya dîrokî de berpirsiyariya xwe red kirin, civaka Êzidî di nav lepên hovîtiyê de hiştin û ew rûbirûyê komkujiyek bêaman kirin. Lê belê ev senaryoya tarî bi berxwedana destanî ya 12 siwariyan re rûbirûyê têkçûneke dîrokî bû. Di şexsê jinên tije bawerî û şerker de, ew hişmendiya baviksalar û destdirêjker a ku dixwest vîna azad dîl bigire, bi tevahî hat hilweşandin. Armanca van êrişan ne tenê tunekirina fîzîkî bû; armanca sereke bêîradehiştina civakê û qutkirina gelê Şengalê ji koka wan a dîrokî û xwebûna Êzdiyatiyê bû. Kiryarên vê koma çeteyan ji kuştin û dîlgirtinê heta wêrankirina hafiza çandî û hewldana tunekirina hebûna olî di bingeha xwe de li dijî nirxên mirovahiyê û felsefeya jiyana azad sûcekî mezin ê dîrokî ye.   Em bang li wijdana giştî ya civaka navneteweyî dikin ku ji bo rizgarkirina bi hezaran jin û ciwanên me yên Êzidî ku hîn jî dîlgirtî ne, berpirsiyariya xwe ya exlakî û dîrokî bi cih bînin; ji ber ku xwedîderketina li gelê Êzidî pîvana bingehîn a mirovahiyê ye. Pêwîst e baş bê zanîn ku gefên li ser Şengalê ne tenê li dijî erdnîgariyekê ne, lê belê rasterast hedefgirtina hebûna siyasî, civakî û nasnameya resen a tevahiya gelê Kurd e. Garantiya tekane û pênasa rastîn a parastina civaka me ya Êzidî, tenê bi kûrkirina pergala xwerêveberiya demokratîk û naskirina fermî ya mafên wan ên siyasî û çandî pêkan e. Parastina berxwedan û îradeya azad a Şengalê, xwedîderketina li cewher û paşeroja hevpar a tevahiya gelên azad e.   Em soz didin ku heta rizgarkirin û diyarkirina çarenûsa hemû jinên me yên hatine dîlgirtin, em ê têkoşîna xwe bê navber û bi biryardariyeke mezin bidomînin. Ji bo afirandina jiyaneke azad, wekhev û aram ku hêjayî civaka me ya Êzidî ye, em ê tevahiya piştgiriya xwe ya exlaqî û mirovî bixin meriyetê û bibin deng û îradeya gelê xwe yê Êzidiyên berxwedêr.”