Li Hewagê civîna gel: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

  • 16:07 17 Kanûn 2025
  • Rojane
RIHA - Di civîna gel a li Hewagê de, tekezî li ser azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
 
Platforma Saziyên Demokratîk li navçeya Hewag a Rihayê bi dirûşma "Ji bo mezinkirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk û paşerojeke azad û aştiyeke bi rûmet" civîna gel lidar xist.
 
Gelek kes beşdarî civînê bûn. Di çalakiyê de işaret bi girîngiya pêşvebirina pêvajoya aştiyê û xwedîderketina civakî hate kirin.
 
Endama Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk li civînê axivî û anî ziman ku rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan baş e, moralê wî bilind e û li gel tecrîda li Îmraliyê jî têkoşîna xwe dewam dike.
 
Raziye Ozturk bal kişand ser biryar "Mafê Hêviyê" ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kir û destnîşan kir ku ji bo xurtkirina zemîna aştiyê divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê pêkanîn.
 
Ji Tevgera Jinên Azad Ayla Akat Ata jî ragihand ku garantiya herî mezin a aştiyê îradeya gel e û banga dagirtina salon û qadan kir.
 
Çetîn Arkaş jî bi gotina, "Cihê kelecanê ye ku mirov li warê Serok Apo be" dest bi axaftina xwe kir.
 
Çetîn Arkaş got, "Hêvîdar im ku ev pêvajo wê bi ser bikeve. Eger aştî wê bi ser bikeve, eger tê xwestin ku ew aştî aştiyeke rasteqîn be, êdî li saloneke Kurdistanê ne wêneyê serok, lê divê ew bi xwe hebe."
 
Çetîn Arkaş diyar kir ku piştî ji girtîgehê derket li bajarên Kurdistanê digere, hewl dide qala pêvajoyê bike û got, "Kurdan berdêla her tiştî bi xwîna xwe dan. Lewma ji vê saetê û pê ve kes nikare dest ji vê berde. Di dema nû de bila zemîna siyasetê ji her kesî re vekirî be. Bila her kes bê fikrê xwe bibêje, piştre jî gel biryara xwe bide. Pîvana herî bingehîn a demokrasiyê wekhevî ye. Em ji fikrên xwe bawer dikin. Ne tenê li Tirkiyeyê, li Îranê, li Sûriyeyê, li tevahiya Rojhilata Navîn bawer dikin. Pirsgirêka me bi gelê Tirk re nîne. Sedema derketina me ya serê çiyê polîtîkayên şaş ên dewletê ye."
 
Çetîn Arkaş destnîşan kir ku eger wê pêvajoyeke aştiyê hebe, divê mercên dîlgirtinê yên Rêber Apo bêne bidawîkirin û wiha axivî: "Divê derfet bêne afirandin ku Rêber Apo kengî bixwaze karibe bi kesên dixwazin re biaxive. Li ku dibe bila bibe, ev girîng e. Aştî tiştekî nebaş nîne. Eger em karekî bi xêr dike, hingî pêwîstî pê nîne ku bê veşartin. Êdî beriya sersalê em dixwazin Rêber Apo bigihêje şert û mercên azad û karibe bi derve re têkiliyê dîne. Ev yek divê hîn bêhtir neyê taloqkirin. Gelê Kurd mîna gelên din bi rûmet e. Ji ber vê jî eger wê rûpeleke nû bê vekirin, eger yekîtiya dîrokî ya Tirk û Kurdan wê pêk were, nirxên bingehîn ên Kurdan hene ku dest jê bernadin. Di nava şert û mercên herî giran de Rêber Apo ji bo gelê Kurd rabû, lewma nabe ku Rêber Apo li wir bê hiştin. Nabêje 'Tu li wir bimîne, em ê azad bibin'. Kes vê qebûl nake."
 
Hevdîtin bi pirs û bersivê bi dawî bû.