Dayikên Aştiyê: Her tişt girêdayê azadiya rêbertiyê ye
- 09:04 20 Kanûn 2025
- Rojane
WAN - Dayikên Aştiyê yên di hevdîtinên ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman, diyar kirin ku yek ji gava girîng a pêvajoya qanûnî azadiya Abdullah Ocalan e û wiha gotin: “Ger serokatî tunebe tu wateya qanûnan tune ye. Her tişt girêdayê azadiya Abdullah Ocalan e. Aştî di destê Abdullah Oalan de ye. Serokatiya me azad bibe wê hemû pirsgirêk bên çareserkirin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ deklere kir û di çarçoveya pêvajoyê de xebatên tên meşandin didomin. Gel di çarçoveya pêvajiyê de li bendê gavên hiqûqî û qanûniye. Komîsyona li meclîsê hat avakirin di 31’ê Kanûnê de dema peywira wê tije dibe û hevdîtina ku komîsyonê bi Abdullah Ocalan re kir yek ji parçeyek girîng a pêvajoyê bû. Niha bala her kesî li rapora ku komîsyon parve bike ye.
Di çarçoveya pêvajoyê de Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP), li bajarên Kurdistanê ji bo pêvajoyê vebêje û bibe bersiva pirsên civakê hevdîtinên ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ pêk tîne. Eleqeya ji bo hevdîtinan mezin e, pêşniyar û rexneyên gel jî tên girtin.
Li Wanê di 15’ê Kanûnê de hevdîtina ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ pêk hat. Dayikên Aştiyê yên tevli hevdîtinê bûn der barê pêvajoyê de axivîn.
‘Wê rojekê serokatî bê gel me’
Dayika Aştiyê Hanim Dînç da zanîn ku tevlibûna Veysî Aktaş a hevdîtinê gelek girîng bû û wiha got: “Hevalê serokatiya me hat gel me em pir kêfxweşin. Wê rojekê serokatî jî bê nav me. Hêviya me ev e ku aştî pêk bê. Daxwaza me aştî ye û azadiya serokatiya me ye.”
‘Her tişt girêdayê azadiya serokatiya me ye’
Dayika Aştiyê Kewê Işik jî destnîşan kir ku ew qanûneke ku wekheviyê pêk tîne, statuya ziman nas dike, girtiyan azad dike dixwazin û wiha dirêjî dayê: “Serokatî azad nebe tu wateya qanûnan tune ye. Her tişt girêdayê azadiya serokatiyê ye. Aştî di destê serokatiyê de ye. Serokatiya me bi awayekî azad lbê nava galê xwe wê pirsgirêk çareser bibin. Aştî ji bo hemû kesî derbas dibe. Bila serokatiya me azad be û bê nava gelê xwe.”
‘Rêber Apo azad bibe wê gel jî azad bibe’
Dayika Aştiyê Kamîle Yalçin jî diyar kir ku divê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên nexweş azad bibin û wiha bi lêv kir: “Dema Rêber Apo azad bibe wê hemû gel azad bibin..Em aştiyê dixwazin. Em ji bo azadiya xwe têdikoşin. Ez ji Îmraliyê û hemû girtiyên nexweş re silavên xwe dişînim.”
Dayika Aştiyê Şahîbe Îşleyen jî daxuyakirin ku divê demildest aştî pêk bê û wiha anî ziman: “Dewletê heta niha tu gav navêtiye. Divê ji bo aştiyê gavê bavêje. Serokatî û girtî azad nebin em jî azad nabin.”
‘Gel aştiyê dixwaze’
Dayika Aştiyê Muhlîse Dogruer jî wiha bi lêv kir: “Gelê Kurd bi salane ji bo aştiyê têdikoşe. Gel aştiyê dixwaze. Ji meclîsê hîna ji bo aştiyê biryarek derneketiye. Girtî nehatine berdan. Qeyûm nehatine paşvegirtin. Heta niha dewletê hêvî nedaye me. Gelê Kurd ji bo aştiyê gavên cidî davêje. Gelê Kurd fedekariyê dike. Hêviya me ev e ku aştiyeke mayînde pêk bê.”







